Melayekî êrişa zayendî li zarokekê kir: Cemaet kom kir û xwe bi gotina ‘îmtihan e’ parast

Parve bike:
AMED - Hat îdiakirin ku melayê bi navê Mehmet Latîf Yeprem, li Pasûrê bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî li zaroka bi navê M.Y.’yê kiriye. Melayî, ji bo bûyer neyê bihîstin jî zext li M.Y.’yê kir, cemaeta gund kom kir û bi gotina “min îmtihanek derbas kir” parast. 
 
Bi rojaye şêniyên gundê Totanayê yê navçeya Pasûrê ya Amedê li ser îdiaya êrişa zayendî ya li dijî zarokekê diaxive. Li gorî îdiayê; melayê gund ê bi navê Mehmet Latîf Yeprem ku ji xwe re dibêje “Şêx”, dema M.Y. (18) hej zarok bû, bi awayekî sîstematîk êrişa zayendî lê kiriye. Dema M.Y.’yê amadekariyên zewacê bi polîsê ji heman gundî û niha li Stenbolê dixebite re dikir derket holê. 
 
Bi bihîstina bûyerê re pêvajoya mehrbirînê ya fermî hate sekinandin. Qeyda deng a di navbera M.Y. û melayê gund de derket holê. 
 
MELA: XWE BIAVÊJE BER LINGÊ WΠ
 
Di qeyda deng a ku gelek şêniyên gund li ser sepana WhatsAppê ji hev re şandî de M.Y. dibêje ku polîsê dixwest pê re bizewice beriya mehrbirînê lêkolîn kiriye û xwe gihandiye peyamên wê yên berê. M.Y., di qeyda deng de ji melayî re dibêje: “Min ne dixwest, te bi darê zorê kir. Ez biçûk im, tu kes ji min bawer nake.” Her wiha dibêje ku dibe xwe bikuje. 
 
Yeprem jî di qeyda deng de pirsa “Navê min çawa dizane” dike, li rexekî bûyerê înkar dike û li rexa din jî dibêje “min bi şeytanî kir.” Yeprem, ji M.Y.’yê pirsa “Gelo polîsî tu test kirine yan na?” dike û bi domdarî dibêje: “Vê meseleyê nexe stûyê min. Nexwe dê bibî sedema qetilkirina min. Şeytanî em xepandin. Dê bibêjî ‘me tiştek nekiriye.’ Xwe biavêje ber lingê wî, me di nav gel de xerab nîşan nede. Em ê rezîl bibin. Bibêje me tenê peyam ji hev re şandine. Ji wî re bibêje heke ser vê meseleyê negire dê ew kes bimire.” 
 
Piştî belavbûna qeyda deng, Yeprem bi hinek gundiyan re hate gel hev û îdiaya “îftira ye” kir. Yeprem ê ku gelek caran gotina “Xwedê” bi kar tîne, dibêje: “Îmtihanek bû û derbas bû. Îmtihaneke min a mezin heye lê min nedizanî ka çi ye. Em ê vê îmtihanê jî derbas bikin.” 
 
DI ÇALAKIYÊN AKP’Ê DE YE
 
Yeprem, weke kesayetekî nêzî AKP’ê tê zanîn. Gelek caran tev li çalakiyên AKP’ê dibe. Zêdetirî 10 sal in li heman gundî melatiyê dike. Gundê Yeprem lê melatiyê dike jî piranî cerdevan in. 
 
MA / Fethî Balaman 
 
09:35 Remzî Kartal: Dê pêvajo bi ser bikeve
09:18 Lêpirsîna şewata ku bû sedema mirina 15 kesan 2 sal in didome!
09:04 'Şerê taybet bi polîtîkaya bêcezatiyê belav dibe'
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN
13/06/2026
16:49 Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî berdewam dike
16:36 Civîna duyemîn a konferansê:Serketina pêvajoyê dê ji bo cîhanê bibe mînak
16:11 Dayikên Şemiyê cihê gora Veysel Guney pirsîn
16:00 Xizmên Windayan li çar bajaran daxwaza edaletê kirin
15:48 ‘Ragirtina girtiyên nexweş binpêkirina mafê jiyanê ye’
15:18 Veguherîna Demokratîk a Komarê: Hewcehî bi peymanekî nû heye
14:39 Li Çewlîgê MEBYA-DER hat vekirin
14:08 GOÇ - DER di Hefteya Koçberiyêde de dê rêze çalakiyan li dar bixe
13:56 Babacan: Xurtkirina aştiya civakî berpirsiyariya me hemûyan e
Davutoglu: Xebatên ji bo demokrasî û aştiya civakî hêja ne
13:39 Hevserokên DEM Partiyê: Divê komar bibe xwedî karakterekî giştgir û azadîxwaz
13:16 Peyama Ozgur Ozel a ji bo konferansê
13:15 Talîban êrişî xwepêşandêran kir
12:21 Serokê PEN’a Navnetewyî Sonmez: Em di aştiyê israr dikin
12:12 Ji welatiyan der barê pêvajoyê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe dê pêş ve neçe
12:09 Riza Turman: Divê Kurd bibin avakarê Komarê
Gulten Kişanak: Çareseriya pirsgirêka Kurd bingeha komara demokratîk e
11:21 DBP dadikeve qadan: Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin