Girtî Abbas Yavarî bi îşkenceyê hate kuştin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê Ereb ê bi navê Abbas Yavarî ku di çalakiyan de hatibû girtin, sê roj piştî ji Girtîgeha Adelabadê sewqî cihekî nediyar hate kirin, jiyana xwe ji dest da. 
 
Welatiyê Ereb ê bi navê Abbas Yavarî, di çalakiyên li Sûka Tehranê dest pê kirin û li tevahiya welat belavbûyîn de li Şîrazê di meha Çileyê de hate binçavkirin. Bi îşkenceyê Yavarî dabûn zorê ku îtîraf bike endamekî Besîcê kuştiye. Yavarî, di dawiya meha Sibatê de sewqî Girtîgeha Adelabadê hate kirin. Li gorî agahiyên malbata Yavarî dane, di 26’ê Adarê de jî seqwî cihekî nediyar hate kirin. Rayedarên girtîgehê sê roj piştî sewqkirinê li malbata Yavarî geriyan û jê re gotin “întîhar” kiriye. 
 
Li gorî agahiyên malbatê dan, Yavarî ji meha Çileyê roja hatiye girtin heta niha ji hêla fîzîkî û psîkolojîk ve dihat îşkencekirin. HENGAW’ê di rapora xwe de ragihand ku Yavarî întîhar nekiriye û bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.