NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên di 28’ê Sibatê de li dijî Îranê dest pê kir, di roja 19’emîn de didome û li Îranê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin. Di heman demê êrişên Îranê yên li dijî Îsraîl û welatên Kendavê bi xwe re xetereya şerê herêmî roj bi roj zêde dike.
Şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYA’yê di roja 19’emîn de didome, duh şev êrişên li ser Îranê domand. Medyaya Îranê ragihand ku Îranê li dijî paytexta Îsraîlê Tev Avîv, Erebistana Siûdî, Kuweyt, Îmarata Erebî û Iraqê êrişên hewaî pêk aniye. Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese êrişa Îranê ya li dijî baregaha hewaî ya Awistralyayê ya li Îmarata Erebî piştrast kir. Albanese di daxuyaniyê de diyar kir ku di êrişan de xebatkarên Awistralyayî birîndar nebûye û Awistralya li dijî Îranê ne di nava şer de ye.
Rayedarên Îranê, diyar kirin ku piştî êrişa li dijî Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Alî Larîcanî û Fermandarê Besîcê Gulam Riza Suleyman wan jî bersiva êrişan dane.
Di êrişên Hizbullah ên li ser Tel Avîvê de de sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li dijî êrişên derve Îran li hundir zextan didomîne. Dîmenên êrişa hêzên çekdar ên Îranê li ser pîrzobahiyên Çarşema Sor a li Çitgarê hate weşandin. Di dîmenan de kesên çekdar li dijî girseyê gule direşînin û welatiyên ji avahiyên derdorê li dijî hikûmetê dirûşman berz dikin.
Êrişên DYA-Îsraîlê yên li ser Îranê bi şev domand. CENTCOM’ê ragihand ku wan bi moşekên giran ve êrişê Tengava Hurmuzê û baregeha moşakan a Îranê kiriye.
Li navenda Tehran û çar aliyê Îranê di domahiya şevê de dengê teqînan berdewam kir. Îslamşehîr, Tebrîz û Rey jî bi şev bûn hedef. Herwiha li nêzî Balafirgeha Sinê avahiya çandê ya ku tê îdîakirin a Artêşa Muhafizên Şoreşê ye bi şev hate bombebarankirin.
Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (ÎDF), ragihand ku li dijî Hîzbullah êrişek hewaî ya nû dane destpêkirin. Hate ragihandin ku ji bo valakirina Lubnan a Başûr fermana tehliyeyê hatiye dayîn û ev der wek qada leşkerî hatiye îşaretkirin. ÎDF’ê diyar kir ku dê êriş ji yên berê xurttir bin.
KÊ ÇI GOT?
Serokê DYA’yê Donald Trump, ji bo piştgiriya wan a şer bangî hevalbendên xwe kir. Trump di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji bo îxrackirina petrolê divê ewlehiya Tengava Hurmuzê bê dabînkirin û ger êrişên Îranê berdewam bikin dê şer bidome.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Eraqçî ragihand ku ger êrişên li ser Îranê berdewam bike, dê berisivên wan jî bidome. Herwiha rayedarên hikûmetê diyar kirin ku dê ‘teslîmê zexta derve nebin’ û îşaret bi berdewamiya êrişan kirin.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu diyar kir ku bi êrişên Îsraîlê ve hewl didin rejîma Îranê qels bikin, banga serhildanê kir û got “çarenûsa xwe diyar bikin.”