Leşkerekî Fransayê li Hewlêrê mir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku di encama êrişê li dijî devereke nêzî Hewlêrê de leşkerekî Fransî jiyana xwe ji dest daye.

 
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, ragihand ku leşkerekî Fransayê di encama êrişa li dijî devereke nêzî bajarê Hewlêrê yê Herêma Federe ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye. 
 
Macron, li ser hesabê xwe yê X’ê da zanîn ku di êrişê de binefserê bi navê Arnaud Frion ku ji tabûra Fransayê bû jiyana xwe ji dest daye û hinek leşker jî birîndar bûne.