Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin 2026-03-13 12:07:39 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê di roja 14’an de didomin. Êriş, her ku diçe li welatên herêmê belav dibe û windahiyên leşkerî û sivîl zêde dibin.    Êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî Îranê di roja 14’an de berdewam in. Îsraîl û DYA’yê, di serî de Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê û Besîc, hemû baregehên leşkerî hedef girtin. Îranê jî Erişî welatên Kendav û herêmê kir.    Bûyerên şevê din rû dayin wiha ne:   *Îranê di saetên şevê de bi gelek moşek û ÎHA’yan êrişî hedefên Îsraîl û DYA’yê kir.    *Pergala parastina hewayî ya Îsraîlê îdia kir ku gelek moşek di hewa de îmha kiriye lê li gelek herêman ji bo rewşa lezgîn li sîrenan hat xistin.    *Artêşa Îsarîlê di tevahiya şevê de êrişî binesaziya leşkerî û stratejîk a Îranê kir. Hat ragihandin ku bi taybet jî binesaziya moşekan û tesîsên leşkerî hedef hatine girtin.    *Îsraîlê ji hewayî êrişî baregehên Hîzbullahê yên li Lubnanê kir.    *Hîzbullahê jî ragihand ku bi roketan êrişî bakurê Îsraîlê kiriye.    *Îsraîlê, weke berdewamiya şerê li dijî Îranê, navenda paytexta Lubnanê Beyrûd û herêmên başûr hedef girt.    *Wezareta Parastinê ya Îsraîlê, ragihand ku dê operasyonên li dijî Îran û Hîzbullahê berfireh bikin.    *Di encama êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de zarok jî di nav de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan.    *Têkildarî êrişên ser keştiyên bazirganiyê û binesaziya petrolê ya li Kendava Basrayê raporek hate amadekirin. Di raporê de hate gotin ku zirar gihiştiye 19 keştiyên bazirganiyê.    *Dirêjajotina şer rageşiya li Tengava Hurmuzê jî zêde kir û vê jî bandoreke kûrewî li ser zêdebûna bihayê petrolê û êrişên sîberê vekir.    *Îranê ragihand ku dê êriş berdewam bikin û “Heta tam teslîmiyet çêdibe dê şer bidomînin.”    *Îsraîl û DYA’yê ragihand ku dê operasyonên wan berdewam bikin.    *Di encama êrişa Îranê ya li dijî Hewlêrê de ji “Tabura Alp a 7’an” ya Fransayê binevser Arnaud Frion jiyana xwe ji dest da.    *Di tevahiya şevê de herî zêde li Tehranê êriş hatin kirin.    *Balafirên Îsraîl û DYA’yê, tesîsên leşkerî û binesaziya moşekan a li derdora Tehranê hedef girtin.    *Înterneta li Îranê ji destpêka şer heta niha ev 14 rojan nîne.    *Piştî Tehranê bajarê herî zêde hedef hatiye girtin Îsfehan e. Balafirên şer ên Îsraîl û DYA’yê di tevahiya şevê de gelek herêmên binesaziya leşkerî hedef girt.    *Îranê ragihand ku di saetên şevê de li dijî bakurê Îsraîlê bi moşekên balîstîkî êriş kiriye.    *Balafirên şer ên Îranê û ÎHA’yan, li dijî depoyên sotemeniyê yên balafirgeheke li Bahreynê êriş pêk anîn.    *Balafireke veguhestina sotemeniyê ya DYA’yê li Iraqê ket.    *Hat ragihandin ku di encama êrişên Îranê yên li dijî Îsraîlê de 59 kes birîndar bûne.    * Ji destpêka şerê li eniya Lubnanê heta niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedhezaran kes ji cih û warên xwe koç kir.    *Lîderê olî yê nû yê Îranê Mucteba Xamaney li dijî êrişên DYA û Îsraîlê peyama “tolhildan û domandina şer” da.    *Îranê ragihand ku dê rewşa girtî ya Tengava Hurmuzê berdewam bike.    *Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu, qebûl kir ku dibe êrişa hevpar a Îsraîl û DYA’yê li Îranê rê li ber hilweşîna hikûmeta olperest a Tehranê veneke û gefa kuştina lîderê olî yê Îranê yê nû xwar.    *Di saetên şevê de li Tirkiyeyê sîren lê dan. Li gel sîrenên li Êlih û Edeneyê lê dan, her wiha êrişa li dijî Încîrlîkê jî ji hêla welatiyan ve hate kişandin. Hate îdiakirin ku li baregehê dengê teqînê hatiye.