Îranê dest danî ser mal û mikên 129 welatiyên din jî
Îranê, li Ûrmiyeyê dest danî ser mal û milkên 129 kesên din jî.
Îranê êrişî baregehên PDK-Î kir
Îranê, baregehên PDK-Î yên li Hewlêr û Dihokê bomberan kir.
Li Lubnanê ji destpêka agirbestê ve 380 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê diyar kir ku di encama êrişa Îsraîlê ya duh de 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê got, ji destpêka agirbestê heta nia 380 kesan jiyana xwe ji dest dane.
IHRS: Rejîma Îranê fermana ‘lez bidin darvekirinan’ da dozgeran
IHRS’ê diyar kir ku rejîma Îranê hewl dide bi rêya cezayên darvekirinê tirsa li ser ser gel bidomîne û got: “Hewl dide bi rêya darvekirinan pêşiya serhildanên nû bigire. Ji bo vê jî ferman da dozgeran ku lez bidin darvekirinan.”
Nêrgiz Mihemedî ji bo tedawiyê bi kefaletê hate berdan
Girtiya nexweş Nêrgiz Mihemedî, ji bo tedawiya nexweşiyê, bi kefaletê hate berdan.
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.
Îranê êrişî baregehên PAK’ê kir
Rejîma Îranê, bi dronan baregehên PAK’ê bombardiman kir.
Trump: Lihevkirin nebe em ê xurttir li Îranê bixin
Serokê DYA'yê Donald Trump têkildarî êrişên Îranê yên li ser keştiyên Amerîkî yên li Tengava Hurmuzê gef li Îranê xwar û got, ger peyman îmze nebe dê xurttir bersivê bidin.
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”
Li Lubnanê hejmara miriyan gihîşt 2 hezar û 696’an
Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê gihîşt 2 hezar û 696'an.
Ajansa Nûçeyan a Farsê: Li Hurmuzê li keştiyeke DYA’yê hat xistin
Ajansa Nûçeyan a Farsê ragihand ku li keştiyeke DYA’yê ya hewl dida Tengava Hurmuzê derbas bike hatiye xistin.
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî xwe ji OAPEC’ê vekişand
Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ku beriya niha ragihandibû ji OPEC û OPEC+’ê derketiye, niha jî ragihand ku xwe ji OAPEC’ê vekişand.
Îranê bersiv da plana Hurmuzê ya DYA’yê: Dê agirbestê têk bibe
Rêveberiya Tehranê, pêngava ji hêla Serokê DYA’yê Donald Trump ve weke “operasyona rizgarkirina keştiyê bêalî” pênase dike weke “lîstika sûcdarkirinê” nirxand û got dê mudaxileya derve ya li dijî trafîka keştiyan a li herêmê dê agirbestê têk bibe.
Rejîma Îranê 3 çalakvan darve kir
Rejîma Îranê, çalakvanên bi navên Mehdi Rasouli, Mohammadreza Miri u Ebrahim Dowlatabadi darve kir.