Dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya futbol û voleybolê bê lidarxistin
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê, dê li ser navê Rojîn Kabaîşê tûrnûvaya fûtbol û voleybolê li dar bixe.
Li Wanê konserta ciwanan hate lidarxistin
Di konsera ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve bi dirûşmeya "Dem dema guhartinê ye, ciwan her tim pêşeng in" hat lidarxistin de, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daxwazkirin.
Xwendekarên zanîngehê ji ber pirsgirêka debarê nikarin bixwînin
Xwendekara zanîngehê Merve Vargeloglû ku ji bêgavî hem ji bo xwendina xwe û hem jî ji bo debara xwe bixebite, got: "Ez bûme ciwaneke ku dixebite, lê nikare tam bixwîne."
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Nesrîn Ozdemîr û Tûgba Çelîk diyar kirin ku divê desthilat pêvajoyê cidî bigire û ew dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Xeta me ya têkoşînê azadiya Abdullah Ocalan e
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku bi boneya xeta ya nû ya têkoşînê civiya, got: “Di navenda nîqaşên me yên têkildarî xeta çalakiyan de statu û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Em amade ne bi rola xwe ya pêşeng rabin. Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk e.”
Li Îzmîrê 16 xwendekar hatin binçavkirin
Xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê nehiştin ulkucu di nava kampusê de standê vekin, piştî 7 mehan hatin binçavkirin.
Hevdîtina ciwanan a li Wanê bi dawî bû
Hevdîtinan ciwanan a bi pêşengtiya Navenda Bîrê û Komeleya Çandê ya Aryenê hat lidarxistin, bi dawî bû.
Bayindir: Têkoşîna me ya civakî dê destê rêzdar Ocalan xurt bike
Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskîn Bayindîr ku li navçeya Çinarê ya Amedê bi ciwanan re civiya got ku têkoşîna civakî dê destê Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xurt bike û di vê pêvajoyê de divê ciwan rêxistinbûna xwe xurt bikin.
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê: Divê hemû tor derkeve holê
Xwendekarên Zanîngeha Munzurê yên ku bi malbata Gulistan Doku re di nava piştevaniyê de ne, xwestin ku hemû kesên di vê bûyerê de berpirsiyar in werin aşkerakirin û edalet were pêkanîn.
Ciwanên sosyalîst: Em nikarin rasterast ji sermuzakerevan Abdullah Ocalan agahiyê werbigirin
Ciwanên sosyalîst ên ku bertek nîşanî nebûna şert û mercên azad ên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan dan, diyar kirin ku pêkanîna aştiyê di verastkirina şert û mercên Abdullah Ocalan û azadiya wî re derbas dibe.
TEV-KOM hate damezrandin: Em xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkevin
TEV-KOM bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Di deklarasyonê de hat gotin: “Em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin, yan jî em ê di nava vê pergala asimilasyon û zextê de winda bibin.”
Li wargeha KYK’ê 28 xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn
Li wargeha KYK’ê ya li navçeya Bucayê gelek xwendekar ji ber xwarinê jehrî bûn. Ji xwendekaran 28 jê rakirin nexweşxaneyê.
Turnuvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê hat destpêkirin
Jin û ciwanên ku di Tûrnûvaya Fûtbolê ya Rojîn Kabaîşê de li hev kom bûn, li dijî tiryakê û kuştina jinan peyama "Em bi hev re derng derxînin" dan.
Li Mêrsînê ciwanan 4'ê Nîsanê bi fîşekên hewayî pîroz kirin
Li taxa Çay a navçeya Akdenîzê ciwanan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîşekên hewayî pîroz kir
Li Amedê 3’yemîn Forûma Ciwanan hat lidarxistin
Di 3’yemîn Forûma Ciwanan a ku ji aliyê NextGen-Kurdî ve hat lidarxistin de, bal hate kişandin ser asta metirsîdar a bikaranîna tiryakê.