Îlham Ehmed hevdîtina bi Şamê re vegot

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmed, têkildarî hevdîtina dawî ya di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bi Şamê re kiribûn de axivî û got ku di pêvajoya nû ya destûra bingehîn de Kurd jî dê cih bigirin. 

 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkildarî naveroka civîna ku li Şamê tevî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî re bi serokkomarê demkî yê hikûmeta Sûriyeyê bi Ehmed El Şerî re kiribûn û xebatên entegrasyonê ji ANHA’yê re axivî.
 
MIJARA PERWERDEYÊ 
 
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku di civîna li Şamê de li ser astengiyên di pêkanîna pêvajoya entegrasyonê de rawestîne û jJi bo rakirina astengiyan herdu alî di nava hewldanan de ne. Îlham Ehmedê da zanîn ku yek ji mijarên civînê sîstema perwerdeyê ku heya niha bawernameyên xwedekaran nehatine erêkirin û got:“Gelek dem di ser lihevkirina 29'ê Çileyê re derbas bû, lê hîn ev mijar nehatiye çareserkirin. Me li hev kir ku di demek nêzîk de wezîrê perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmeyekê, serdana parêzgeha Hesekê bikin û vê mijarê bi dawî bikin. Her wiha der barê sîstem û zimanê xwendinê de di dema pêş de wê hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”
 
Îlham Ehmed da zanîn ku heta niha di aliyê pergala îdarî de tenê li ser mijarên tenduristî û perwerdeyê erkdarkirina midûriyetan hatiye çêkirin, midûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî bi lezgînî wê bên diyarkirin. Got ku ji bo vê mijarê jî wê mekanîzmeyek nû were danîn da ku erkdarkirina di saziyan de jî bi dawî bibe.
 
PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ
 
Di berdewamê de Îlham Ehmedê bi bîr xist ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin, lê pêvajo giran dimeşe û wiha domand: “Di warê erkdarkirina temsîliyeta herêman de gavên erênî hatine avêtin, lê hîn gavên ku divê têkildarî erkdarkirinên wezaret û mudîriyetan bên avêtin jî hene.”
 
DERIYÊN SÎNOR
 
Li ser pergala deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegersayonê ye, Îlham Ehmedê bilêv kir ku mekanîzmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên din ên sînorî hatiye avakirin, di çarçoveya tekamulan de kesên karmend ên ku bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, li ser esasê entegrasyonê xebat didomînin.
 
PIRSGIRÊKÊN DERDIKEVIN
 
Îlham Ehmedê da zanîn ku di milê pêkanîna mekanîzmeyê de gelek pirsgirêk derketine û ev pirsgirêk wiha rêz kirin: “Berpirsên hinek midûriyetan ên li parêzgehê beriya niha ji aliyê hikûmeta demkî ve piştî ku rejîma Esed rûxiya hatibûn diyarkirin. Ev jî bi xwe re pirsgirêkê derdixe. A rast ew e ku lihevkirin der barê wan berpirsyaran de hebe.  Gelek karmendên Rêveberiya Xweser hene, divê ev karmend li derveyî kar nemînin. Divê ji bo erkdarkirina kesên ku Rêveberiya Xweser pêşkêş dike û yên hikûmeta demkî diyar dike de lihevkirinek hebe. Rêveberiya Xweser demeke dirêje kar dimeşîne û bûye xwedî tecrubeyek, divê ev li ber çavan bê girtin. Hem temsiliyet û hem tecrube û ezmûn di diyarkirina berpisyaran de girîng in. Guhertin wê li ser esasê pisporiyê pêk were. A girîng xizmeta civakê û temsîliyet e. Li vê deverê Kurd, Suryan û Ereb bi hev re dijîn.”
 
MIJARA JIN Û ASTENGÎ
 
Îlham Ehmedê diyar kir ku mijara temsiliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û got: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Di aliyê heykelî de şêwazên saziyên Rêveberiya Xweser û yên hikûmetê ne wekî hev in, heta radeyekê dişibin hev lê di asta rêvebirina midûriyetan de ne weke hev in. Di çarçoveya entegrasyonê de ji bo erkdarkirinê navên jin û mêran jî tên pêşkêşkirin. Heta niha midûrên saziyên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê herdu jî mêr in. Lewma divê tevlikirina jinan weke xisûsiyetekê di ber çavan re were girtin û roleke girîng were dayîn. Di vê mijarê de zehmetî û astengiyên cidî hene.”
 
‘YPJ DI ROJEVÊ DE YE’   
 
Îlham Ehmedê da zanîn ku yek ji mijarên li pêşiya wê astengî heye jî mijara YPJ’ê ye û got: “Her çiqasî di nîqaşan de encamek nû ji bo YPJ’ê derneketibe jî, lê ew hîn di rojevê de ye. Nîqaşa li ser fermîkirina YPJ’ê di rojeva hikûmeta demkî de ye jî. Ev dê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.” 
 
Têkildarî hilbijartina nûnerên parêzgehên Hesekê û Kobanê ku di parlamentoyê (Meclisa Gel a Sûriyeyê) de cih bigirin jî Îlham Ehmedê da zanîn ku amadekariya vê xebatê bi rêya komîteyeke navendî û komîteya amadekar a Parêzgeha Hesekê tê meşandin û diyar kir ku komîteya amadekar xwedî înîsiyatîf e.
 
ŞAREDARÎ WÊ BÊN BIRÊXISTINKIRIN   
 
Di axaftina xwe de Îlham Ehmedê behsa pergala şaredariyên gel ên li Rojava jî kir û diyar kir ku şaredarî di çarçoveya sîstema nû de çiqasî ji bo civakê xizmetê bikin, wê parêzgeha Hesekê jî ewqas jî zûtir karibe xwe nû bike û got: “Demokrasî li ser temsîliyet û xizmeta civakê pêş dikeve, lewma divê ew xwe ji bo pêvajoya nû amade bikin.”
 
XEBATÊN DESTÛRA BINGEHÎN   
 
Girêdayî mijara amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmedê da zanîn ku piştî mijara diyarkirina nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoyê, dê meseleya destûrê jî cidî têkeve rojevê û got: “Dê Kurd jî cihê xwe di komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de bigirin. Pêwîstiya Sûriyeyê bi destûreke bigehîn a nû heye û ji bo wê pêwîstî bi komîteyeke ku temsîla hemû neteweyan bike heye. Kurd jî şirîkên esasî yê avakirina vî welatî ne. Lewma divê rolek esasî ya wan hebe. Ev jî di dema pêş de wê pêk were.”
 
REWŞA GIRTIYAN   
 
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku mijara dilgirtiyan hîn di rojevê de ye û wan di hevdîtinan de bal kişandiye ku di zûtirîn dem de tevahî girtî werin berdan.