Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em vehêlandina pêvajoya zagonî rast nabînin
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em vehêlandina pêvajoya zagonî rast nabînin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku di mijara avêtina gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de berpirsyartiya her kesî heye û got: “Lê berpirsyartiya esasî ya îktîdar û dewletê ye. Vehêlandina pêvajoya zagonî ya bi hincetên cuda rast nîne.”

Îlham Ehmed hevdîtina bi Şamê re vegot
Îlham Ehmed hevdîtina bi Şamê re vegot

Îlham Ehmed, têkildarî hevdîtina dawî ya di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bi Şamê re kiribûn de axivî û got ku di pêvajoya nû ya destûra bingehîn de Kurd jî dê cih bigirin.

Bîrlîk ê DBP’î: Divê Meclis ji bo azadiya Abdullah Ocalan bicive
Bîrlîk ê DBP’î: Divê Meclis ji bo azadiya Abdullah Ocalan bicive

Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DBP'ê Huseyîn Bîrlîk, diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê Meclis însiyatîfê bigire.

Encamnameya DBP’ê: Jinûavakirin peywira sereke ye
Encamnameya DBP’ê: Jinûavakirin peywira sereke ye

Meclisa Partiyê ya DBP’ê di encamnameya civîna xwe de îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Jinûveavakirina pêvajoyê, peywira me ya sereke ye.”

Hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê civiyan
Hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê civiyan

Hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê civiyan û tê payin ku di civînê de xebatên rêveberiyên herêmî bên nirxandin.

‘Peywira Komîsyona Meclisê ew e ku çarçoveya zagonê diyar bike’
‘Peywira Komîsyona Meclisê ew e ku çarçoveya zagonê diyar bike’

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku pêşeroja welatekî ne di şer de lê di aştî, wekhevî û demokrasiyê de ye û got: “Peywira komîsyonê ew e ku bi pêvajoya çekberdanê ya rêxistinê re çarçoveya zagonê ya vê pêvajoyê birêve bibe diyar bike.”

DEM Partî dê biçe bajarên ku li dibistanên wan êriş çêbûn
DEM Partî dê biçe bajarên ku li dibistanên wan êriş çêbûn

DEM Partî, dê têkildarî komkujiyên li Sêwreg û Mereşê yên li dibistanan çêbûn, biçe herêmê lêkolînan bike.

DEM Partî dê Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe
DEM Partî dê Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe

Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Demokratîk ên Xecîhî ber bi Civaka Komunal ve” konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe.

DEM Partî: Divê êrişa li ser lîseyê wekî bûyereke edlî neyê dîtin
DEM Partî: Divê êrişa li ser lîseyê wekî bûyereke edlî neyê dîtin

DEM Partiyê der barê êrişa çekdarî ya li Sêweregê daxuyaniyek da û got: "Divê ev êriş wekî bûyereke edlî ya şexsî neyê dîtin. Berpirsiyar, polîtîkayên ku vê rewşa tundiyê afirandine bi xwe ne."

Ji Gurlek der barê Gulistan Dokûyê de daxuyanî: Dê bi biryardarî bê lêkolînkirin
Ji Gurlek der barê Gulistan Dokûyê de daxuyanî: Dê bi biryardarî bê lêkolînkirin

Wezîrê Dadê Akin Gurlek, têkildarî binçavkirinên di doza windabûna Gulistan Dokûyê de got: "Çi dibe bila bibe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo me ya esasî Banga Aştî û Civaka Demokratîk e
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo me ya esasî Banga Aştî û Civaka Demokratîk e

Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Em heta dawiyê piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji bo me ya esasî ev e. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê dev ji vê bernedin.”

Ji Kurtulmuş têkildarî verastkirinên zagonî daxuyaniya ‘mijûl dike’
Ji Kurtulmuş têkildarî verastkirinên zagonî daxuyaniya ‘mijûl dike’

Tevî PKK’ê têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye jî heta niha di qanûnan de tu verasetkirinek nîne. Nûman Kurtulmuş ji bo verasetkirinên behsa xeberê got “mijûl dike.”

‘Komkujiya Enfalê navê sûcê li dijî mirovahiyê ye’
‘Komkujiya Enfalê navê sûcê li dijî mirovahiyê ye’

DEM Partiyê bi boneya sala 38’an a Komkujiya Enfalê daxuyanî da û got: “Divê ev êş neyê jibîrkirin. Komkujiya Enfalê navê sûcê li dijî mirovahiyê ye.”

DEM Partî: Ji bo misogeriya aştiya civakî divê Qanûna Aştiyê bê derxistin
DEM Partî: Ji bo misogeriya aştiya civakî divê Qanûna Aştiyê bê derxistin

PM’a DEM Partiyê di encamnameya civîna xwe ya li Enqereyê de got: “Hewceye Zagona Aştiyê ya ku aştiya civakî misoger dike bê derxistin. Em careke din dubare dikin ku ji bo sazûmanbûna aştiyê hewceye şert û mercên xebateke çalak û azad ên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin.”

Civîna PM'a DEM Partiyê bi dawî bû: Sibê daxuyanî dê bê dayîn
Civîna PM'a DEM Partiyê bi dawî bû: Sibê daxuyanî dê bê dayîn

DEM Partî, têkildarî pêvajoya civînên 5 rojan a ku bi civîna MYK’ê dest pê kiribû û îro bi civîna PM’ê bi dawî bû, dê sibê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 301