Malbata zarokê ku polîsan milê wî şikandibû, serlêdana sûc kir
Li Kanîreşê li dijî polîsên ku bi "şaşî" ser maleke de girtin û zarokek derb kirin, serlêdana sûc hat kirin. Parêzerê malbatê Yûsûf Çakas diyar kir ku tiştên qewimîne encama siyaseta bêcezakirinê ye.
Akademîsyen Yasemîn Gulsum Acar: Divê aştî her kesî vehewîne
Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Gulsum Acarê diyar kir ku divê pêvajoyên aştiyê hemû beşên civakê vehewîne û got: "Ger her kesî venehewîne, ew nabe aştî. Serkirde li hev werin û ger em li hev neyên, ev yek berdewam nake."
Li Îzmîrê geşedanên Rojhilata Navîn û civaka demokratik hate gotûbêjkirin
Yuksel Genç di panela ku ji aliyê DEM Partiyê ya Îzmîrê ve hat lidarxistin de axivî û got: “Me digot şerê sed salî bi dawî bû, Rojhilata Navîn ji nû ve tê sêwirandin û di vê mijarê de planeke bi navendîbûna Amerîka-Îsraîlê heye. ”
Kesên di Gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
MEBYA-DER'ê û Komeleya 78’'an, kesên di têkoşîna azadiyê de di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn.
28 ciwanên li Çiyayê Bêzarê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
28 ciwanên ku piraniya wan xwendekarên dersxaneyê bûn û di sala 1994'an de li Çiyayê Bêzarê di bombebarana hewayî de hatin qetilkirin, hatin bibîranîn. Nûnerê MEBYA-DER'ê yê Semsûrê Kemal Taştan got: "Em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê."
MEBYA-DER'ê li Bazîdê damezrandin xwe ragihand
MEBYA-DER'ê bi 1'emîn Kongreya Asayî li Bazidê damezrandina xwe ragihand.
Kamaç: Ji bilî yekitiya neteweyî tu çareyeke din tune ye
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç ku li Edeneyê beşdarî civîna gel bû, got: "Ji bilî yekitiya neteweyî tu çareyeke din tune. Divê hemû beşên civakê di bin sîwana yekitiyê de werin cem hev."
Di Hefteya Windayan de daxwaza aqûbeta windayan û bidawîanîna polîtîkaya bêcezatiyê
Di daxuyaniyên ku bi boneya Hefteya Windayan hatine dayîn de, daxwaza eşkerekirina aqûbeta kesên ku di binçavan de winda bûne û bidawîanîna polîtîkaya bêcezatiyê hat kirin.
Li Çelê qeza çêbû: Kesek mir, 3 kes birîndar bûn
Li Çelê piştî wesayîta kesên ku ji dawetê vedigeriyan li bariyeran qelibî, ajovan Şervan Ozdemîr jiyana xwe ji dest da û 3 kes jş birîndar bûn.
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk konferansa xwe ya li Stenbolê li dar xist
Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê bi dirûşma “Komun şaredarî ye, şaredarî komun e” konferansa Stenbolê ya rêveberiyên xwecihî li dar xist. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku ji bo pêvajoyê wan gelek civîn li dar xistine û got: “Di demên dawiyê de me xwe gihand 500 hezar kesan. Gel ji pêvajoyê bawer e, lê ji ber ku dewlet gav navêje gel ji ji dewletê bawer nake.”
Bîrsen Atakan: Hebûna pêvajoyê hêviyê dide
Ayşe Betul Çelîk: Aştiya ku neyê civakîkirin mayinde nabe
Ayşe Betul Çelîk a ku bal kişand ser giringiya berfirehî û giştgiriya pêvajoyên aştiyê û got: "Pêvajoyên aştiyê yên ku neyên civakîkirin mayinde nabin." Parêzer Bîrsen Atakan jî diyar kir ku divê pêvajo bi şefafî were meşandin û destnîşan kir ku "Hebûna pêvajoyeke wiha hêviyê dide."
Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan hat qetilkirin: Em edaletê dixwazin
Malbata Îkram Mîhyaz ê ku berî 31 salan di bin çavan de hat qetilkirin, diyar kir ku ew daxwaza aşkerakirina kujeran û dabînkirina edaletê dikin.
Ji koordînatorên forûmê Salman: Eleqe pir xurt bû
Omer Salman ku yek ji koordînatorên Forûma Aştî û Azadiya Civakî ya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, diyar kir ku "Zemînên bi vî rengî, zemînên destpêka diyalogê ne."
Raportor Şehla Mihemmedî: Li Îranê gel rûbirûyî du şeran e DOSYA 6
Raportora "Li Îranê ji cînayetên namûsê re DAWÎ" û rojnamevan Şehla Mihemmedî diyar kir ku gelê Îranê hem rastî êrişên DYA-Îsraîlê hem jî rastî êrişên rejîmê tê û destnîşan kir ku piştî şer, di girtîgehan de û di nava malbatê de binpêkirinên giran rû didin.