STENBOL - Rojnameger Leila Kari Khamaneh ku ji ber zextên rejîma Îranê koç kiriye, diyar kir ku rejîm dijminê jina ye û got: “Hikûmet li bendê ye xelkê Îranê bigirî lê em êdî şînê nagirin, direqisin.”
Bi ser êrişên Îsraîl û DYA’yê yên li dijî Îranê re 17 roj derbas bûn. Li şûna protestoyên li dijî rejîmê niha şerê leşkerî heye û xelkê Îranê pêşeroja xwe mereq dike. Nîqaşên li ser “pêşeroja siyasî” ya Îranê li aliyekî; em niha serpêhatiyên jinên ji ber zext û gefên rejîma Îranê ji neçarî koç kirine, parve dikin. Em pirsa “Hûn welatekî çawa dixwazin?” dikin û ew jî bersiva vê pirsê didin ajansa me.
Îro em ê li çîrok û hêviya rojnameger Leila Kari Khamaneh (48) guhdarî bikin. Rojnameger, li Tehranê ji dayik bûye û bi eslê xwe ji Azeriyên Tebrîzê ye.
JI EWIL KOÇÎ TIRKIYEYÊ KIR Û PIŞTRE DERBASÎ ALMANYAYÊ BÛ
Rojnameger Leila Kari Khamanehê, li Zanîngeha Tehranê xwend û ji ber zext, zordarî û gefên rejîmê ji neçarî welatê xwe koç kir. 3 salan li Îzmîrê jiya û piştre tevî hevjîn û keça xwe derbasî Almanyayê bû. Niha di dezgeheke çapemeniyê ya muxalefeta rejîma Îranê dike de dixebite. Weşan, bi zimanê Farisî ye. Leila Kari Khamanehê, da zanîn ku li Îranê ji ber nûçeyên çêkirî gelek caran gef lê hatine xwarin û di 25 salên xwe yên rojnamegeriyê de gelek tecrûbe kom kiriye.
DENGÊ GELÊ ÎRANÊ DIGIHÎNE CÎHANÊ
Di heman demê de malpereke mafên mirovan a bi navê “Dadban”ê ava kirine û hewl didin dengê xelkê Îranê bigihînin dinyayê. Leila Kari Khamaneh, dibêje: “Weke mînak; kesên li Îranê bi hincetên cuda dozên siyasî lê hatine vekirin, her çend zehmet jî be xwe digihînin me û dixwazin raya giştî piştevan be. Em jî bi rêya parêzerên li cem xwe alîkarî û piştevaniyê didin wan. Hewl didim ji gelê xwe re bibim alîkar. Girîng e ku dengê kesên cezayê îdamê û cezayê hefsê yê 15-20 salan lê hatiye birîn bidin bihîstin. Malbat ji me re peyaman dişînin û em jî alîkariya madî û manewî didin wan.”
‘ÊDÎ AGAHÎGIRTINA JI ÎRANÊ ZEHMET BÛ’
Leila Kari Khamanehê, têkildarî rewşa dawî ya li Îranê jî got: “Li Îranê înternet nîne, pir bi zehmetî ji me re peyaman dişînin. Em hewl didin li ser konsolosxaneyan agahiyan bigirin. Rewşa li Îranê demekî pir nebaş heye. Di çalakiyên 12 rojan de her çend zelal nebe jî zêdetirî 5 hezar kes kuştin. Em hejmara cenazeyên hatine teslîmkirin nizanin. Her digirîn û giriyê me yê ji ber heman êşan didome. Bi şerê nû re rewş hêj girantir bû.”
ÎRANÎ DI NAVA GIRTÎGEHEKE MEZIN DE NE
Di berdewama axaftina xwe de Leila Kari Khamanehê da zanîn ku piraniya malbata wê li Îranê ye û ev tişt anî ziman: “Em pir kêm agahiyan ji wan digirin. Em nizanin ka ji vir şûnde dê li Îranê çi bibe. Îran, welatekî pir xweş e û me şer nedixwest. Lê rejîma Îslamî ya Îranê bi hemû dinyayê re şer kir. A herî girîng bi gelê xwe re jî şer kir. Îranî, di girtîgeheke mezin de dijîn. Girtîgehên Îranê tije bûne. Şertên jiyanê girantir bûn. Xwarin nîne, birçî dimînin. Malbat, ji xizmên xwe yên ketin girtîgehê agahiyan nagirin. Gelê Îranê rojên zehmet dijî.”
‘DEWLEMENDIYÊN ÎRANÊ JI BO GEL NAYÊN XERCKIRIN’
Bi domdarî Leila Kari Khamanehê destnîşan kir ku salên dirêj rojnamegeriya aboriyê kiriye û ev tişt anî ziman: “Rewşa aboriyê ya li welat hêj xerabtir dibe. Xelkê li wir ê em niha pê re diaxivin behsa xizaniya xwe dikin. Her roj zem tên kirin û ji ber şertên li welat mirov nikarin bixebitin. Înternet tune ye, her tim dengê bombeyan heye û qezenckirina pereyan zehmet bû. Beşeke vî xelkê hejar jî ji bo pariyekî nan li dijî muxalîfan didin şerkirin. Dê bihayê sotmeniyê zêde bibe û pêleke şokê bibe. Dê bandorên wê pir zêde bin lê dê herî zêde bandorê li gelê Îranê bike. Îran, bi dewlemendiyên xwe bihêz e lê rejîm van ji bo gel bi kar nayîne. Baş e lê rejîmê çi kiriye? Çek kiriye, çek kiriye.... Ji bo li gel bireşîne. Dema îtîraz dikî, dema dengê te bilind dibe qetil kiriye.”
‘EM ÊDÎ NAGIRÎN, LI ŞÛNA ŞÎNÊ DIREQISIN’
Leila Kari Khamaneh, bi domdarî sedema bikaranîna rêbazên zext û bi taybet jî hedefgirtina jinan a ji hêla rejîma Îranê ve jî wiha vedibêje: “Dijminekî mezin ê gelê Îranê heye. Ew jî hikûmeta Îranê ye. Gelê Îranê vê rejîmê naxwaze. Em, azadiyê dixwazin. Em rehetiyê dixwazin lê vê hikûmetê her tişt qedexe kir. Ev hikûmet ji ewil dijminê jinê ye. Lewma niha yên pêşeng jin in. Jinek, neçar tê hiştin ku ji bo wergirtina cenazeyê zarokê xwe zêde pereyan bide hikûmetê. Baş e lê dema cenaze digire çi dike ev dayik? Direqise. Çima direqise? Li welatê me girî tune ye. Reqs, rêbazekî girtina şînê û vegotina serhildana xwe ye. Hikûmet dixwaze gelê Îranê bigirî lê em nagirîn. Em wisa îtîraz dikin. Gelê Îranê çiqas xemgîn jî be êdî şînê nagire.”
BERXWEDANA JINAN TIRSAND
Leila Kari Khamanehê, daxuyand ku berxwedana jinan a li Îranê pir bi wêrek bû û wiha axivî: “Piştî qetilkirina Jîna Emînî, Îran pir guherî. Tevî xetereya li ser canê xwe jî li dijî girêdana dersokê ya bi darê zorê derketin. Rejîma dijminatiyê li jinan dike, di vê pêvajoyê de gelek ji jinan tirsiya. Çi dibe bila bibe zext li ser jinan bû. Dest bi girtina mirovan li kolanan kirin, bi ser malan de girtin. Êdî jiyana li Îranê pir zehmet bû û li gorî min êdî rejîma moalayn tune dibe, dê tune bibe. Êdî dengê guherîna welat tê. Êdî welatên mudaxile dikin dê Rêberekî diyar bikin, an dê navekî demokatîk be nizanin lê ji vir şûnde biryara gelê Îranê girîng e.”
‘GELÊ ÎRANÊ RÊVEBERIYEKE DEMOKRATÎK DIXWAZE’
Di dirêjiya axaftina xwe de Leila Kari Khamanehê anî ziman ku gelê Îranê dixwaze êdî rejîm biçe û wiha behsa sê senaryoyên îxtîmal kir: “Ya yekemîn bila rêber ji Îranê derkeve lê bila kesekî demokrat be. Gel naxwaze ev kes ji molayan bin. Ya duyemîn, tayînkirina navekî cuda yê ji welatekî cuda. Ya sêyemîn jî navekî ji hêla DYA’yê ve tê diyarkirin. Beşeke piştgiriyê didin Riza Pehlevî heye lê nizane û yên ji wî baştir hene. Gel êdî rêveberiyeke demokratîk dixwaze.”
Di dawiya axaftina xwe de jî rojnameger Leila Kari Khamanehê hêvî û daxwaza xwe wiha vegot: “Xeyala min, welatekî azad e ku jin tê de azad dijîn. Jinên li Îranê pir wêrek in û bi rolekî pêşeng radibin. Bila bidomînin. Dê rojên baş bên, ji vê bawerim.”
MA / Necla Demîr Arvas