3 girtîgeh, 3 giritiyên nexweş: Wan serbest berdin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên li İzmir, Stenbol û Enqereyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş Mehmet Alî Tosûn, Rihan Kavak û Serhat Gultekîn bên berdan. 
 
Komîstona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbol û Îzmîrê û Înîstîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya li Enqereyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. 
 
ÎZMÎR
 
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya hefteya 381’emînli pêşiya Sumerbank a li navçeya Konakê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘’Girtiyên nexweş dimirin, bê deng nemîne, nebe hevkarê sûcî’’ hate vekirin û çalakvanan bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Rihan Kavak Ozbek a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê tê rehîngirtin.
 
STENBOL
 
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Stenbolê 746’emîn çalakiya xwe ya ‘’Rûniştina F’’ a hemû hefteyan li dar dixe, vê hefteyê li pêşiya bînaya komeleyê ya li navçeya Beyoglûyê li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya Serhat Gultekîn ê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Hejmar 1 a Kocaeliyê tê rehîngirtin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa ‘’Bila girtiyê nexweş Serhat Gultekîn serbest were berdan’’ û ‘’Tedawî mafe, nabe ku were astengkirin’’ hatin vekirin û dirûşmeyên weke ‘’Bila girtiyên nexweş werin berdan’’ û ‘’Tecrîd dikuje, piştevanî zindî dike’’ hatin berzkirin. Çalakî li gel berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
 
ENQERE
 
Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî jî bi armanca ku balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya xwe ya hefteya 618’emîn li Şaxa Enqereyê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li dar xist. Înîsiyatîfê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehmet Alî Tosûn ê ji 3’yê Sibata 2026’an ve ye li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 2 ya Marmarayê tê rehîngirtin.