WAN - Mehmed Zeylan yê ku di 13 saliya xwe de li Zîlanê bû şahidê qetilkirina malbata xwe û bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bûbû— û di 94 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, serpêhatiyên xwe yên wê demê vegot û ew ji nifşekî bo nifşekî din veguhastin. Zarokên Zeylan wesiyeta dawî ya bavê xwe ya bi gotina "Ax û warên xwe terk nekin" didomînin û zindî dihêlin.
Di Tîrmeha 1930'yî de, yek ji komkujiyên herî bixwîn ên dîroka Kurdistanê li navçeya Erdîşê ya Wanê pêk hat. Piştî ku Tirkiyeyê 44 gundên li herêma Geliyê Zîlanê şewitandin, bi hezaran kes hatin qetilkirin.
Di serhildana li dijî dewletê de ku Biroyê Heskê Têlî di sala 1926'an de li Çiyayê Araratê (Agirî) da destpêkirin, Rêxistina Xoybunê ku li Lubnanê hatibû damezrandin, di sala 1929'an de tevlî serhildanê bû. Xoybunê, endamê eşîra Berzencî Seyîd Resûl, şand Geliyê Zîlanê ku serhildêran bike yek ku têkoşîneke parçe parçe dimeşandin. Seyîd Resûl û komeke ji 400 kesan di bin fermandariya wî de Erdîşê dorpêç kirin. Piştî pevçûnên dirêj, serhildêr paşve vekişiyan û derbasî Îranê bûn.
44 GUND HATIN ŞEWITANDIN
Li ser vê yekê, fermandar Dervîş Beg ê li Erdîşê, bi yekîneya xwe ve çûye û herêma Geliyê Zîlanê dorpêç kiriye. Ketin û derketina ji 44 gundên wê herêmê, bi taybetî Hesen, Abdal, Hara, Bonizlî, Kundik, Cebelîk, Şorik, Mûrşit, Milk, Şeytanava, Newalafedê, Papişkîn û Pêrtax hatine qedexekirin. Piştre, gundên herêmê hatine şewitandin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi awayekî komî hatin gulebarankirin. Her çend tê gotin ku hejmara kuştiyên Komkujiya Zîlanê 15 hezar e jî, şahidên wê demê û çavkaniyên din ên cihêreng nîşan didin ku hejmara rastîn ji 40 hezarî zêdetir e.
Kesên ku ji komkujiyê rizgar bûn, wê demê xwe di bin cenazeyên miriyan de xwe veşartine û neçar mane ku demek dirêj wekî qaçax bijîn. Yek ji wan kesan Mehmed Zeylan e ku bi navê "Kurt Mehmet" (Mehmedê Kurd) dihat naskirin û ji gundê Hesen Abdal bûye. Dema Komkujiya Zîlanê pêk hat, Mehmed Zeylan 13 salî bûye. Bav, dayik, ap û xwişk û birayên wî li ber çavên wî hatine qetilkirin. Tam di wê kêliyê de ku ew jî dihat kuştin, baz daye nav Çemê Zîlanê û ji komkujiyê xelas bûye. Lêbelê, ew hatiye dîtin û ji lingê xwe ve hatiye gulebarankirin. Tevî vê yekê jî, wî karîbûye xwe rizgar bike û ji mirinê bifilite. Ji malbata Zeylan a ku ji 19 kesan pêk dihat, tenê ew û xwişka wî ku zewicî bû û li Agiriyê dijiya rizgar bûne.
Zeylan ku dema hîn zarok bûye di çem de li ber xwe daye, paşê deh rojan li zeviyekî nêzîkî cihê komkujiyê xwe veşartiye. Ew çar salan li çiyayan ligel kesên din ên ji gund sax mane jiyaye. Rewşa wî ji ber birînên guleyan ên ku lê ketibûn xirabtir bûye û dema ku ew li mala pismamê xwe dihat dermankirin, di serdegirtineke leşkeran de piştî îxbarekê hatiye girtin. Zeylanê hat girtin, şandine Girtîgeha Edeneyê û heşt salan di girtîgehê de maye.
Piştî ku ji girtîgehê derketiye, Zeylan bi zorê bo Tekirdagê hatiye sirgûnkirin. Ji ber ku Tirkî nedizanîbû, li wir ji bo mayînê zehmetî kişandiye û demekê li mizgeftekê razaye. Paşê, malbatekê li Tekirdagê ew li cem xwe bi cih kiriye. Zeylan, ji ber ku Tirkî nedizanîbû, bi salan di mala wê malbata ku ew hewandibû de bi bêdengî jiyaye. Di dawiyê de, li wir zewiciye. Ji ber bêdengiya xwe û wan êşên ku kişandine, navê "Kurt Mehmed" (Mehmedê Kurd) lê hatiye kirin. Piştî bîst salan, di 45 saliyê de, Zeylan vegeriyaye wê axa ku lê malbat û xizmên wî hatibûn qetilkirin. Wî sond xwariye ku êdî qet ji welatê xwe dûr nekeve. Piştî vegera gundê xwe, Mehmed Zeylan ku wekî Kurt Mehmed dihat naskirin, paşnavê xwe guhertiye û kiriye Zeylan, da ku piştrast bike ku Komkujiya Zîlanê û bûyerên qewimî neyên jibîrkirin.
Zeylan yê ku di 94 saliyê de koça dawî kir, behsa Komkujiya Zîlanê û serpêhatiyên xwe ji zarok û neviyên xwe re kiriye û ew teşwîq kirine ku nehêlin ew bûyer bên jibîrkirin. Zarokên wî wesiyeta wî ya dawî ya ku qet axa xwe terk nekin bi cih anîne û ew mîras zindî hiştine.
Kurê Zeylan ê 57 salî, Harun Zeylan, behsa bavê xwe "Kurd Mehmed" kir yê ku ji komkujiyê rizgar bûbû.
Harun Zeylan, bi gotina ku bavê wî piştî rizgarbûna ji komkujiyê jî neçar maye rastî êşên mezin were, çîrok û serpêhatiyên bavê xwe wiha vegot: "Bavê min rastî îşkenceyeke hovane hat. Dema ku komkujî dihat kirin, ew hemû gundî li cihekî kom kirin. Leşkeran gundî birin; digotin ku ew ê wan bibin cem qeymeqam ku tê îdiakirin dixwest bi wan re biaxive; wan her kes; jin, zarok û kal û pîr, kom kirin û bi xwe re birin. Gava gundî anîn cihê komkujiyê, leşkeran ew dorpêç kirin. Wê demê bavê min fêm kir ku ev dek û dolabek e û ew ê hemûyan bikujin. Kalikê min ji fermandarê li wir dipirse: 'Çima hûn me li vir kom dikin?' Hêj wî ev pirs nekiribû, wan gule li wî reşandin. Paşê, dapîra min û apê min Halîl li ber çavên bavê min hatin qetilkirin. Bavê min hewl da ku bireve da ku neyê kuştin, lê ew tê dîtin. Çawa tê dîtin, gule li wî jî direşînin û ew bi du guleyan birîndar dibe û dikeve nava çem. Ji bo ku neyê kuştin, ew di nava çem de xwe vesişêre. Paşê, ew ji avê derdikeve û li zeviyekê xwe vedişêre. Ew zêdetirî deh rojan li zeviyeke nêzî cihê komkujiyê veşartî dimîne. Ji birçîna, dest bi xwarina giyayê zeviyê kiriye."
20 SALAN LI SIRGÛNÊ MAYE
Zeylan destnîşan kir ku bavê wî piştî ku ji nav zeviyê dertê wekî penaberek jiyana xwe didomîne û got: "Piştî ku ji zeviyan derketin, ew kesên ku ji komkujiyê rizgar bûbûn di şikeftekê de wekî penaberan jiyana xwe domandin. Leşker li her derê li wan digeriyan. Ew çar salan li çiyayan wekî penaberan jiyan. Ew heşt salan di girtîgehê de ma. Piştî serbestberdanê, ew şandin sirgûnê. Di dawiyê de, di sala 1950'yî de, ew vegeriya gundê xwe, Gêliye Zîlanê. Ew li wir bi cih bû û careke din jê derneket."
'BAWERIYA XWE BI DEWLETA TIRK NEYNIN'
Zeylan diyar kir ku bavê wî di tevahiya jiyana xwe de qetlîama Zîlanê ji bîr nekiriye û got: "Wan hemû malbata bavê min li ber çavên wî kuştin. Ji malbata wî 17 kes hatin kuştin; tenê bavê min û xaltîka min sax man. Bavê min di 94 saliya xwe de koça dawî kir. Ew her tim ji me re digot, 'Qet baweriya xwe bi dewleta Tirk neynin.' Wî em mecbûr kirin ku em qet dest ji axa xwe bernedin û her tim nasnameya xwe biparêzin. Ji ber zilma ku wî kişand, bavê min ji dewletê nefret dikir. Ew her tim li bendê bû ku berpirsiyar hesab bidin. Ji bo me, nifşê pêşerojê, kuştina 17 endamên malbatê ne tiştek hêsan bû ku meriv tehemûl bike."
NASNAMEYA XWE PARASTIYE
Zeylan bi bîr xist ku bavê wî di dema jiyana xwe ya li Tekirdagê de wekî "Mehmedê Kurd" dihat naskirin û bi vî awayî nasnameya xwe ya Kurdî zindî hiştiye û got: "Wê demê, bavê min di nava Tirkan de wekî Mehmedê Kurd dihat naskirin; lewma her kes wî bi vî navî nas dike. Wî nasname û mîrateya xwe parast. Wan hewl da ku bi vê komkujiyê me tune bikin, lê bi ser neketin û em niha li vir in û li ser van axan dijîn. Rojekê, bêguman wê hesab ji wan bê pirsîn. Em ê li ser axa xwe jiyana xwe bidomînin û têkoşînê bidomînin."
MA / Zeynep Dûrgût – Bîlal Babat