Lêpirsîna şewata ku bû sedema mirina 15 kesan 2 sal in didome!

Parve bike:

MÊRDÎN - Du sal di ser karesata şewatê re ya li deverên gundewarî yên navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derbas bûn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê ji lêpirsînê tu encam bi dest neketin. Malbatan bi hêrs bertek nîşanî nebûna darizandinê dan û diyar kirin ku hewl tê dayîn ku ser tiştên qewimîne bê girtin. 

 
Di ser karesata şewatê re ku di 20'ê Hezîrana 2024'an de li taxa gundewarî ya Tobînê ya navçeya Xana Axpar (Çinar) a Amedê dest pê kir û paşê bandor li taxa Helberê û taxên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrex a Mêrdînê kir, du sal derbas bûn. Abdurrahman Bugdayci, Ubeydullah Bugdayci, İsmail Yardimci, Hasan Demir, Nurî Demir, Resûl Yilmaz, Mezher Demir, Şehmus Demir, Taliha Demir, Sînan Deviren, Azad Yilmaz, Remzi Yilmaz, Fadil Demir, Zekiye Erdenlî û Kerîme Erdnelî jiyana xwe ji dest dan û 78 kes jî birîndar bûn. Di şewatê de nêzî hezar heywan jî mirin. 
 
Di rapora destpêkê ya dozgeriyê de hat diyarkirin ku şewat ji ber têlên elektrîkê derketiye ku DEDAŞ lê nenêriye û tamîr nekiriye. Dozger paşê rapora pisporiyê xwest û îdia kir ku di rapora destpêkê de nirxandinek li ser sedema şewatê tune ye. Di rapora pisporiyê de ku li ser daxwaza dozger hatibû amadekirin, hat pêşniyazkirin ku dibe ku şewat ji ber birûskê çêbibe. Ev rapora pisporiyê di dosyeya lêpirsînê de hat redkirin. Tevî ku du sal di ser şewatê re derbas bûne jî, lêpirsîn hîn bi encam nebûye. Kesên ku xizmên xwe winda kirine û kesên ku di şewatê de birîndar bûne, diyar kirin ku hewldanek heye ku bûyerê veşêrin û ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edaletê heta dawiyê bidomînin.
 
Sadîk Demîr ku du birayên wî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, bertek nîşanî wê yekê da ku lêpirsîn bi dawî nebûye û got: "Her carê astengiyek li pêşiya wê tê danîn. Carinan em di dîtina parêzerekî de jî zehmetî dikişînin. Di destpêkê de, sedema şewatê xetên elektrîkê yên DEDAŞ'ê hatin nîşandan. Piştre gotin ku agirê berûyê ye. Niha tê gotin ku ji ber birûskê çêbûye. Lêbelê, wê êvarê ba û elektrîk hebû, lê qet birûsk tune bû. Me bi çavên xwe dît ku agir dest pê kir. Sibeha piştî bûyerê, dema ku em hemü bi xemgîniya xwe re mijûl dibûn, tîmên DEDAŞ'ê serê sibê zû hatin û têl guherandin. Wê demê, xizmên me yên mirî hîn jî di morgê de bûn. Dema ku em li benda hezkiriyên xwe bûn, ew têlan diguherandin. Lêpirsîn ji roja yekem ve dereng ket."
 
Mevlude Demir ku du kurên xwe di şewatê de winda kir, diyar kir ku xemgîniya wan her roj mezin dibe û got: "Em hemû wê şevê li derve bûn. Min du zarokên xwe di wê bûyerê de winda kirin. Her carê raporên cuda tên amadekirin. Têkoşîna zarokên me yên ku wê şevê jiyana xwe ji dest dan nayê paşguhkirin. Êşa me wekî roja yekem e." Helin Demir, birayên xwe Mazhar û Nûrî Demir ku di şewatê de windakirin, got: "Du sal in em ji bo ciwanên xwe yên ku jiyana xwe ji dest dane edaletê dixwazin. Em dixwazin sûcdar bên darizandin. Wê rojê, me tenê li taxa xwe 10 kes veşartin. Dilê me du sal in dişewite. Em dixwazin rayedar dengê me bibihîzin."
 
'NE BIRÛSK, JI BER TÊLÊN CERYANÊ DERKET'
 
Sitki Deviren ku kurê xwe Sînan Deviren û biraziyê xwe Resul Yilmaz di şewatê de winda kir, diyar kir ku gundiyan şahidiya dema destpêkirina şewatê kirine û got: "Hemû gundiyan dîtin ku agir ji têlên elektrîkê dest pê kiriye. Ew têl ji serdema Turgut Ozal bûn. Ji ber bayê xurt, têl li hev ketin, şewat derket û dû re şikest û agir dest pê kir. Gelek gundî hene ku şahidiya vê yekê kirine. Lêbelê, niha tê gotin ku agir ji ber birûskê çêbûye. Wê şevê elektrîk hebû û bayekî pir xurt hebû, lê birûsk tune bû. Doz bi awayên cuda tê nirxandin û hewl tê dayîn ku ser wê were girtin. Me wê şevê ji dewletê tu alîkarî negirt. Me bi derfetên xwe birîndar û miriyên xwe hilgirtin û me hewl da ku bi hewldanên xwe agir vemirînin. Kesî jî bersiva telefonên me neda. Her çend du sal derbas bûne jî, hîn doz nehatiye vekirin. Tenê pêvajoyên lêpirsîn û vekolînê tên kirin. Di her vekolînê de tedbîrên ewlehiyê yên dijwar tên girtin û em di ravekirina rewşa xwe de zehmetiyê dikişînin."
 
DI HER RAPORÊ DE TIŞTÊN CUDA
 
Latîf Bugdaycı, niştecihö taxa Tobînê ku hem kur û hem jî birayê xwe di şewatê de winda kir, got ku wan piştî şewatê dîtiye ku tîmên DEDAŞ'ê têlên gund diguherînin. Bugdaycı bertek nîşanî raporên pisporan da û got: "Ew di her raporê de tiştekî cuda dinivîsin, mîna ku tinazê xwe bi me dikin. Me ji tîmê ku di lêpirsîna dawî de hat re got ku me çi jiyan kiriye. Me rave kir ku agir çawa li ber çavên me dest pê kiriye û têl çawa li hev ketine. Lêbelê, tevî vê yekê, nirxandinên ku rastiyê nîşan nadin berdewam dikin. Ji ber vê yekê, em wan efû nakin û em ê dev ji vê mijarê bernedin. Birayê min çar zarok li pey xwe hiştin. Niha ew zarok bê bav mezin dibin. Em naxwazin êşa ku me kişandiye were jibîrkirin. Tekane tiştê ku em dixwazin ev e ku bûyer bi hemü aliyên xwe were eşkerekirin û berpirsiyar werin cezakirin."
 
Abdurrezzak Demir, ji taxa Kelekê ku di şewatê de bi giranî birîndar bûbû û gora wî hatibû kolandin ji ber ku dihat texmînkirin ku miriye, tiştên qewimîne wiha vegot: "Dema ku ba zêde bû, em çûn hundir, lê me ji pencereyê li derve temaşe dikir. Me dît ku agir derket. Rapora dawî dibêje ku ronahiya ku hatiye dîtin birûsk bûye. Lêbelê, ew ronahî agirê elektrîkê bû. Ba ewqas bi hêz bû ku agir bi kîlometreyan belav bû. Kes nehat alîkariyê. Ambûlans nehat. Gundîyekî bi traktora xwe ez birim gund û dû re jî bi mînîbusê ez birim nexweşxaneyê. Ez ê heta dawiya jiyana xwe vê dozê bişopînim. Yên ku wê şevê jiyana xwe ji dest dan mirov û welatiyên vî welatî bûn. Di tomarên kamerayan de jî gelek tişt hene. Hêviya me ji rayedaran ew e ku dengê me bibihîzin ku bûyer bi hemû aliyên xwe were lêkolînkirin û edalet were bicîhanîn."
 
MA / Haşîm Abak