ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2026'AN

Parve bike:
* Ji "Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye" Şukran Demîrê destnîşan kir ku polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin bi bêcezatiyê belav dibin û got ku têkoşîna rêxistinkirî li dijî vê yekê pêwîst e.
 
* Du sal di ser karesata şewatê re ya li deverên gundewarî yên navçeyên Xana Axpar û Şemrexê derbas bûn ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê ji lêpirsînê tu encam bi dest neketin. Malbatan bi hêrs bertek nîşanî nebûna darizandinê dan û diyar kirin ku hewl tê dayîn ku ser tiştên qewimîne bê girtin. 
 
* Li Edeneyê 25 girtiyên nexweş hene û du ji wan tevî raporên "nikarin di girtîgehê de bimînin" jî, di girtîgehê de ne. Nûnerê OHD'ê Azîz Sari, destnîşan kir ku rewşa van her du girtiyan "krîtîk" e û got: "Divê girtiyên bi nexweşiyên giran tavilê bên berdan, bêtir mirin çêbibin."
 
* Festîvala Keda Jinê ya Hilberî, dê di roja 3'yan de bidome. (11.00-17.00)
 
* Nobeda li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê dê di roja 43'yan de bidome. (12.00-21.00)
 
* Rêxistina DEM Partî ya Enqereyê dê li Navenda Çandê ya MMO'yê kongreya xwe li dar bixe. (13.00)