Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî berdewam dike
- Jin
- |
- 13 Hezîran 2026 16:49
- |
WAN - Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî ku li Wanê bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê û bi hevkariya 12 şaredariyên navçeyan tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi berhemên jinan berdewam dike.
Mihrîcana Keda Jinan a Hilberî ku li Wanê ji aliyê 12 şaredariyên DEM Partiyê yên navçeyan ve û bi pêşengiya Şaredariya Rêya Armûşê hatiye destpêkirin, di roja duyemîn de bi coşeke mezin didome. Mihrîcana ku di roja xwe ya yekemîn de bi tevlîbûna bi sedan jinan deriyên xwe vekiribû, îro jî li Qada Bajar bû navenda rûmet û keda jinan.
Welatî û bi taybetî jinên hilberîner, di roja duyemîn a mihrîcanê de li dor standên keda destan û berhemên xwemalî hatin cem hev û bi heman kelecana roja pêşîn xwedî li vîna jinan derketin.
Di çarçoveya bernameyê de şanoya jixweberî, kargehên find û morikan û pêşandana dramayê hatin pêşkêşkirin. Welatiyan taybetî jî jin û zarokan eleqeyeke mezin nîşan dan û demên xweş derbas kirin.
Dê mihrîcan di saet 17.00’an de bi ‘Konsera Dengbêjên Jin’ berdewam bike.