ENQERE - Ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve li ser xwendekarên Kurd ên ku li Zanîngeha Enqereyê rûbirûyê êrişa nijadperest bûbûn, lêpirsîn hate destpêkirin. Endama OHD’ê Doru Nînsu Arslanê diyar kir ku divê êrişên li ser xwendekarên Kurd tavilê bi dawî bibin.
Li Kampusa Cebecî ya Zanîngeha Enqereyê, li Fakulteya Hiqûqê 4 xwendekarên Kurd di 8’ê Hezîranê de ji aliyê komeke ku xwe wekî “Tevgera Ulkucu” bi nav dike ve rastî êrişeke nijadperest hatin. 4 xwendekarên ku di êrişê de birîndar bûn, piştre çûn nexweşxaneyê û rapora lêdanê wergirtin. Tevî ku li dijî wan êriş pêk hatibû jî, ji aliyê rêveberiya zanîngehê ve der heqê xwendekarên Kurd lêpirsîna dîsîplînê hate destpêkirin. Der barê mijarê de Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Hevgirtina Hiqûqnasan û Hiqûqa Civakî, li Şaxa OHD’ê ya Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê li darxistin. Endama OHD’ê Parêzer Doru Nînsu Arslan ku metna daxuyaniyê xwend ev tişt got: "Sedema van êriş, gef û heqaretên ku tam di dema azmûnên fînalê de li zanîngehan tên kirin, dijminatiya li hemberî Kurdan e, tehamulnekirina li hemberî xwendekarên polîtîk, şoreşger, çepgir û demokrat e."
‘DEKANTÎ KOMÊN FAŞÎST DIPARÊZE’
Doru Nînsu Arslanê anî ziman ku agahiya hebûna xwendekaran a li zanîngehê, ji aliyê wezîfedarên ewlekariya taybet a zanîngehê ve ji koma nijadperest re hatiye dayîn û wiha axivî: "Dekantiya Hiqûqê ya Enqereyê ye ku van pêkhateyên faşîst diparêze, wan bêceza dihêle û bi vî rengî li pişt wan disekine, hêz û wêrekiyê dide wan. Xwendekar heta roja îro nekarîbûn bikevin 4 azmûnan û Dekantî, li şûna ku ewlehiya xwendekaran dabîn bike, li ser wan lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin. Em wek parêzerên hemû xwendekarên çepgir, şoreşger û Kurd ên li zanîngehan, dizanin ku ev êriş ne rûdanên şexsî ne, parçek ji polîtîkayên dejenerekirinê, apolîtîzekirin û çavtirsandinê ne û em ê parastina xwendekaran bidomînin."
‘DIVÊ TAVILÊ BI DAWÎ BIBE’
Doru Nînsu Arslanê anî ziman ku xwendekarên êriş li wan hatine kirin, serlêdana sûc kirine û wiha pê de çû: "Em bang li Dekantiya Hiqûqa Enqereyê ya ku ji ewlehiya xwendekaran berpirsiyar e dikin, astengkirina mafê perwerde û hîndekariyê yê xwendekaran û amadekirina zemîna vê yekê sûç e. Divê ne li dijî xwendekarên ku rûbirûyê êrişê bûne, lê li dijî xwendekarên êrişkar lêpirsîna dîsîplînê bê vekirin. Divê êrişên faşîst ên li zanîngehan ku li dijî xwendekaran pêk tên tavilê bi dawî bibin, mafê perwerdeyê yê xwendekaran bê dabînkirin û kesên ku mafê wan ê perwerdeyê asteng dikin werin darizandin."