Hezar û 700 malbatên Efrînî vedigerin warê xwe
- Rojane
- |
- 10 Hezîran 2026 12:43
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Vegera malbatên Efrînî yên ji warên xwe hatine koçberkirin, berdewam dike. Nêzî hezar û 700 malbatên Efrînî yên li bajarên cuda diman, ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Di çarçoveya bicihanîna peyama 29‘ê Çileyê ya di navbera HSD û hikumeta demkî de, îro koma 8‘emîn a koçberên Efrînê ber bi warê xwe ve bi rê ket.
Koma 8‘emîn ji hezar û 700 malbatên Efrînî yên li Qamişlo, Dêrik û Girkê Legê diman pêk tê. Kom ji bo vegere warê xwe di saetên berbanga îro de li Çerxerêya Şehîd Yûsif Gulo ya Qamişloyê kom bû û ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Ev kom li ser asta herêmên Cizîrê û Kobanê ye 8‘emîn e.