Alîgirên Ozel û Kiliçdaroglû li ber hev rabûn
- Polîtîka
- |
- 9 Hezîran 2026 10:51
- |
ENQERE - Alîgirên ji bo Ozel û Kiliçdaroglû hatin Meclisê, li ber hev rabûn. Alîgirên Ozel banga "kongreyê" kirin.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel ku bi biryara "Betelkirina Teqez" ji peywirê hat girtin, duh ragihandibû ku dê di komcivîna partiya xwe de biaxive. Di heman demê de Kemal Kiliçdaroglu ku bi wê biryarê weke Serokê Giştî yê CHP'ê hat peywirdarkirin jî biryar girtibû dê komcivînê bike. Li ser vê mijara dê di komcivîna CHP'ê de kî biaxivê alozî berdewam dike. Her wiha Ozgur Ozel û rêveberên CHP'ê beriya komcivînê derbasî eywana komcivînê bûn û amadekariya axaftinê dikin.
Beriya komcivînê derdora meclîsê jî ji aliyê polîsan vê hat dorpeçkirin. Her wiha deriyê meclisê jî ji hêla welatiyan ve hat girtin û girsê li ber deriyê Dîkmenê kom dibe. Girseya li ber deriyê Dîkmenê bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî Kemal Kiliçdaroglu û biryarê didin. Her wiha alîgirên Kemal Kiliçdaroglu jî hatin ber meclisê. Rageşiya di di navbera her du aliyan de berdewam dike.