Akademîsyen Yasemîn Gulsum Acar: Divê aştî her kesî vehewîne

Parve bike:

AMED - Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Gulsum Acarê diyar kir ku divê pêvajoyên aştiyê hemû beşên civakê vehewîne û got: "Ger her kesî venehewîne, ew nabe aştî. Serkirde li hev werin û ger em li hev neyên, ev yek berdewam nake."

 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya civakîkirina aştiyê de çalakî tên lidarxistin. Li Amedê di navbera 12-17'ê Gulanê çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Di çarçoveya Forûma Aştî û Azadiya Civakî de nîqaşên li ser pêvajo û aştiyê hatin kirin. Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Gulsum Acar ku yek ji îmzevanên daxuyaniya “Em nabin şirîkê vî sûcî” ye jî di nav beşdarên forûmê de cih girt.
 
‘DIVÊ HER KES LI SER AŞTIYÊ BIXEBITE’
 
Yasemîn Gulsum Acar ku têkildarî civakîkirina aştiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî, pêvajoya 2013-2015'an bi bîr xist û got ku di wê demê de axaftina li ser hin mijaran hêsantir bû û ev tişt got: "Wê demê wekî ku qadek hatibû vekirin. Her kes li ser van mijaran dixebitî. Hewcehiya civakê bi vê hebû. Amadekariyek hebû. Niha dîsa daxwazek ji bo aştiyê heye lê di heman demê de hinek nezelalî jî heye. Mirov nizanin ka ev yek ber bi ku ve diçe. Dema ku tu dest bi pirsan dikî jî, tu nikarî bersiva wê di cih de bibînî. Li her devera cîhanê hişmendiyên cuda yên aştiyê hene. Akademîsyen, siyasetmedar, dîroknas. Divê her kes bixebite. Lewre aştî ne tiştekî tenê ye. Tu wateyeke wê ya tenê nîne. Heta ku aştiyek wiha ku her kes jê fêm bike neyê dîtin, aştî çênabe. Ji ber wê yekê teqez divê xebat vere kirin."
 
‘MERAQ Û LÊPIRSÎNA MIN LI MÊRDÎNÊ DEST PÊ KIR’
 
Yasemîn Gulsum Acarê anî ziman ku di mijarên mîna "Aştî tê çi wateyê?" û "Aştî dê çawa bandorê li jiyana te bike?" de du perspektîfên cuda yên aştiyê nayên cem hev û wiha pê de çû: "Ji ber wê yekê gelek caran daxwaz û raboriya mirovên din nayê nirxandin. Ez mirovek im ku li derveyî welat ji dayik bûm û mezin bûm. Ji ber ku dê û bavê min di diyasporayê de dijiyan, Tirkiye bi rengekî nostaljîk vedigotin. Min barî Tirkiyeyê kir, hinekî li Stenbolê mam. Heta wê demê Tirkiyeya ku min jî dizanibû, cihekî bêkêmasî bû. Paşê ez çûm Mêrdînê. Min pir meraq dikir; li ser girekî 'Ne mutlu Turkum diyene' (Çi bextewar e yê ku dibêje ez Tirk im) hatibû nivîsandin. Min got 'Çiqas mirovên welatparêz li vir hene. Li ser girî nivîsandine ku her kes bibîne'. Paşê min fêm kir ku ew çi ye, min fêm kir ku çawa şaş têgihîştime. Lêpirsîn û meraqa min li wir dest pê kir. Qada xebata min ji wir çêbû. Bi xwe hatim, min dît, min jiya û şaşiyên xwe hîn bûm. Di xebatekê de ji bo Kurdan tê gotin 'Yên ku zimanê wan ê dayikê ne Tirkî ye'. Kurd wekî komekê wiha binav kirine."
 
‘DIVÊ HER KES DI NAV AŞTIYÊ DE CIH BIGIRE’
 
Yasemîn Gulsum Acarê diyar ku divê her kes di nava aştiyê de cih bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di sala 2013'yan de Elewiyên Kurd digotin 'em xwe di vê pêvajoyê de nabînin'. Dibêjin 'Em jî Kurd in'. Dibêjin 'Li Mereş, Semsûr, Meletî û Sêwazê behsa aştiyê nayê kirin'. Ango hesta mayîna di navberê de heye. Serkirde bila li ser aştiyê biaxivin, lê divê aştî di nava gel de be. Divê mirov bi cîranên xwe re li hev werin. Ger her kesî venehewîne, ew nabe aştî. Serkirde li hev werin û ger em li hev neyên, ev yek berdewam nake. Ev pêvajo hîn pir nû ye. Ji ber wê ez nikarim pir tiştan bêjim. Lê mirov dixwazin ev pirsgirêk werin çareserkirin.”
 
MA / Bêrîvan Altan - Mujdat Can