ROJEVA 18'Ê GULANA 2026'AN
* Bahar Ewrîn a ji Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilat, diyar kir ku pîvanên herî girîng ên îdeolojiya rizgariya jinê etîk û estetîk in û got: "Ji bo şoreşê divê em xwedî hişmendiya dîrokî bin. Ji ber ku dîroka jinê hatiye serûbinkirin, ev veguhertin tenê bi Jineolojiyê pêkan e." DOSYA
* Rêveberên Komeleya Lêkolîn û Parastina Zimanê Kurdî ya Mazêrê ku ji bo pêşvebirina Kurdî li Çewlîgê hat avakirin, gotin: “Em bawer dikin ku xebatên ziman dê bandoreke mezin li ser civakê bikin. Ji ber vê yekê me xebateke wiha da destpêkirin.”
* Akademîsyena Aştiyê Yasemîn Gulsum Acarê diyar kir ku divê pêvajoyên aştiyê hemû beşên civakê vehewîne û got: "Ger her kesî venehewîne, ew nabe aştî. Serkirde li hev werin û ger em li hev neyên, ev yek berdewam nake."
* Li gorî welatiyên ku tevli meşên "Gavek ji bo aştiyê" bûn, şertê yekem ê pêşveçûna pêvajoyê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û girtiyan e. Perwerdehiya bi zimanê dayikê û rakirina sepandinên qeyûman jî bendewariyên sereke yên welatiyan in.
* Li Kanîreşê li dijî polîsên ku bi "şaşî" ser maleke de girtin û zarokek derb kirin, serlêdana sûc hat kirin. Parêzerê malbatê Yusuf Çakas diyar kir ku tiştên qewimîne encama siyaseta bêcezakirinê ye.
* Nûnertiya Tirkiyeyê ya Komeleya Heinrich Böll Stiftungê dê têkildarî dosyeya xwe ya "Di navbera bêçekbûn û aştiyê de: Meseleya Kurd" li hotêleke Stenbolê daxuyaniyê bide. (09.00)
* Çalakiya nobetê ya li Gimgimê li dijî projeya JES'ê hatiye destpêkirin dê di roja 16'an de bidome. (12.00-21.00)
* Têkildarî girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê ji hêla gardiyanan ve hatine derbkirin dê li pêşiya girtîgehê daxuyanî were dayin. (13.00)
* Kesên di meha Gulanê de jiyana xwe ji dest dane dê li gelek bajaran bi çalakiyên cuda bên bibîranîn. (13.00-18.00)
* Şaxa OHD'a Enqereyê dê têkildarî girtiyên nexweş ên di girtîgehên Anatoliyaya Navîn de li avahiya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)
* Ferhat Kurtay, Mahmût Zengîn, Eşref Anyik û Necmî Oner ku li dijî zilm û îşkenceya li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê xwe şewitandibûn, dê bên bibîranîn. Li ser gora Kurtay a li Qoserê dê bîranîn bê lidarxistin. (15.30)