Doza Ayşe Înceyolê: Ji bo îadekirina faîl dê ji wezaretê re nivîs bê nivîsandin

Parve bike:

MÛŞ - Di danişîna qetilkirina Ayşe Înceyolê de ku ji hêla Cîhan Oral ve hatibû tecawizkirin û qetilkirin, biryar hate dayin ku ji bo îadekirina faîl nivîs ji Wezareta Karên Derve re nivîs were nivîsandin. 

Welatiya bi navê Ayşe Înceyol, di 2’yê Mijdara 2023’yan de li navçeya Dêrxasê ya Mûşê ji hêla Cîhan Oral ve hate revandin, tundî lê hate kirin û hate tecawizkirin. Ayşe Înceyol ku piştre vegeriya mala malbata xwe, tevî bavê xwe Mûsa Înceyol û kekê xwe Neytullah Înceyol ji hêla Cîhan Oral ve hatin qetilkirin.
 
Faîl Cîhan Oral piştî qetlîamê reviya Fransayê û li vir hate girtin. Danişîna 10’emîn a qetlîamê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê hate lidarxistin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Mûşê, Wekîla DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, endamên Meclisa Jinan a DEM Partiyê û gelek kesan doz şopandin. 
 
Ji ber ku faîl Oral hêj nehatiye îadekirin, danişîn hate taloqkirin. Parêzerên dosyayê xwestin ji bo îadekirina faîl nivîs ji Wezareta Karên Derve re were nivîsandin. Şandeya dadgehê ev daxwaz qebûl kir. 
 
Danişîna dozê taloqî 13’ê Îlonê hate kirin. 
 
ÇI BÛBÛ?
 
Kesê bi navê Cîhan Oral ku li gundê Tirmêtê yê navçeya Têlî ya Mûşê dijî, di 2’yê Mijdara 2023’yan de welatiya bi navê Ayşe Înceyol revand û bir navçeya Dêrxasê ya Mûşê. Ayşe Înceyol, li vir rastî îşkenceyê hat û tecawiz lê hate kirin. Piştre jî Ayşe Înceyol çû mala malbata xwe ya li navçeya Mûtkî ya Bedlîsê. Di roja 9’ê Adara 2024’an di saetên şevê de faîl Cîhan Oral û kesekê rûyê xwe girtî, bi ser mala malbata Ayşe Înceyolê de girt û bi çek û kêran êrişî endamên malbatê kirin. Di êrişê de Ayşe Înceyol, bavê wê Mûsa û kekê wê Neytûllah Înceyol hatin qetilkirin. Dayik N. Înceyol jî bi giranî birîndar bû. Êrişkar Cîhan Oral û kesê pê re, piştre ji cihê bûyerê reviyan. 
 
Faîl Oral, piştî komkujiyê reviya Fransayê. Serdozgeriyên Mûş û Bedlîsê der heqê Oral de du îdianameyên cuda amade kirin. Serdozgeriya Komarê ya Mûşê, der heqê faîl Oral de ji ber sûcên “kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” û “îstîsmara zayendî ya biwesf” îdianame amade kir. Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê jî ji sûcê “kuştina biqesdî” îdianame amade kir.
 
Di vê pêvajoyê de der heqê Oral de bi bultena sor biryara lêgerînê hate dayin. Oral niha li Fransayê girtî ye.