DEM Partiyê têkildarî ‘sansûrkirina Kurdî ya di girtekên Meclisê de’ daxwazname da
- Polîtîka
- |
- 14 Gulan 2026 13:41
- |
ENQERE - Wekîla DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê, têkildarî sansurkirina Kurdî ya di girtekên Meclisê de daxwazname da Serokatiya Meclisê û xwest ev sepan were bidawîkirin.
Wekîla DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê, têkildarî sansûrkirina Kurdî ya di girtekên Lijneya Giştî ya Meclisê û komîsyonan de, daxwazname da Serokatiya Meclisê. Newroz Uysal Aslanê xwest îfadeyên bi Kurdî bi awayekî resen bên nivîsandin. Di daxwaznameyê de hate gotin ku girtekên Meclisê “belgeya îradeya gel, nûnertiya siyasî û bîra demokratîk a fermî ye” û wiha domand: “Divê ziman û wateya her gotina di bin sîwana Meclisê de htiye kirin were parastin. Dema zimanê gel ji girtekan hte derxistin, ne tenê peyv tê derxistin, di heman demê de bîr, nûnertî û gotina gel jî tê kêmkirin.”
Di berdewamê de hate bibîrxistin ku di 17’ê Mijdara 2025’an de hevdîtinên budçeya 2026’an a Wezareta Karên Hundir de peyvên “Jin kart” û “Şaredariya Xelfetiyê” ji ewil bi Kurdî hatine nivîsandin lê piştre jê hatine derxistin û li şûna wan îşareta “...” hatiye bikaranîn û di dawiya rûpelê de jî ev îfadeye hatiye bikaranîn.” Axêver di vê beşê de peyvên ne bi Tirkî bi kar anî.” Newroz Uysal Aslanê xwes peyvên bi Kurdî di girtekên Meclisê de bi tîpên latînî û bi Kurdî bên nivîsandin.