AMED - Di doza polîsê bi navê Hakan Avci de ku ji ber qetilkirina endezyarê înşaetê Cîhan Can tê darizandin de biryar hate dayin. Dadgehê, 2 sal û mehek cezayê hefsê da polîsê bersûc.
Danişîna biryarê ya doza polîsê bi navê Hakan Avci ku li Amedê bi wesayîta zirxî endezyarê înşaetê Cîhan Can qetil kiribû û bi sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” tê darizandin, li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hat lidarxistin. Bersûc Avci ku ji lêpirsîna “FETO”yê ji peywirê hatiye ji îxrackirin tev li danişînê nebû û parêzerê wî bi rêya SEGBÎS’ê tev li bû. Malbata Cîhan Can û parêzerê wan Fuat Coşacak di danişînê de amade bûn.
Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir û xwest bersûc were cezakirin. Parêzerê bersûc jî got li dijî mutalaayê ne, daxwaza beraetê ji bo miwekîlê xwe kir.
Kekê Cîhan Can ê bi navê Neytullah Can jî diyar kir ku giliyê wan berdewam e û xwest bersûc bi cezayê herî giran were cezakirin. Can, got: “Rapor hene ku dibêjin bersûc sedî bi sed biqisûr e. Em dixwazin ev kes ne ji ber sûcê qisûrê lê ji sûcê kuştina biqesdî were cezakirin. Bi zanebûn daye ser birayê min û qetil kir. Dixwazim li bersûc cezayê herî giran were birîn.”
‘DIVÊ SEPANA BAŞJALIYÊ JI BO WÎ NEYÊ BICIHANÎN’
Parêzerê malbata Can Fuat Coşacak jî diyar kir ku wan bi awayekî nivîskî parastina xwe ya li dijî mutalaayê kirine û got: “Di vê dosyaya 6 sal in didome de her tişt zelal û aşkera ye. Rewşekî nîqaş li ser were kirin tune ye, rastiya madî derketiye holê. Ji ber ku bersûc xebatkarê cemaweriyê ye, polîtîkaya necezakirinê tê domandin. Hewceye di vê dosyayê de em ji vê rewşê re bibêjin ‘bes e.’ Dema biryar tê dayin, divê cezayê herî giran were dayin ku qet nebe êşa malbatê hinek sivik bibe. Bersûc dema li Amedê yek carê jî nehate dadgehê. Lewma divê sepana başhaliyê ji bo wî neyê bicihanîn. Em dixwazin bersûc bi bi aşkerakirina hukmê dadgehê re were girtin.”
Şandeya dagdehê jî piştre biryara xwe da. Dadgehê, cezayê 3 sal û 6 mehan ku ji ber sûcê “ji ber qisûra xwe bûye sedema mirinê” dabû bersûc daxist 2 sal û 11 mehan. Dadgehê biryar da ku belgeya ajokariyê ya bersûc ji bo salekê jê were standin. Dadgehê, daxwaza parêzer Coşacak ku dixwest “bi aşkerakirina hukmê re were girtin” jî nenirxand.
Neytullah Can, jî bi gotina “Biryareke pir baş e, spasiya dadger dikim” bertek nîşanî dadger da.
DER HEQÊ DOZÊ DE
Endezyarê Înşaetê Cîhan Can, dema di 27’ê Kanûna sala 2019’an de li Bûlwara Turgut Ozal a li Amedê dixwest derbasî aliyê din ê rêyê bibe, otobûsa bizirx a polîsan a ku polîsê bi navê Hakan Avci diajot da ser û jiyana xwe ji dest da. Di girteka tespîtkirina qezaya trafîkê ku ji hêla polîsên trafîkê ve hate amadekirin, Avci weke kesê “biqisûrê eslî” û Can jî “biqisûrê di asta duyemîn de” hate destnîşankirin. Piştî bûyerê, polîsê bersûc Avic hate binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê hate kirin. Lê dadgeriyê bi şertê kontrola edlî berda. Der heqê bersûc Avci de ji ber sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” doz hate vekrin û ji 2 salan heta 6 salan cezayê hefsê jê re hat xwestin. Danişîna dozê ya ewil, di 16’ê Cotmeha sala 2020’an de li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê hate lidarxistin.
Serokatiya Daîreya Îhtîsasê ya Trafîkê ya Saziya Tipa Edlî (ATK) têkildarî bûyerê rapor amade kir û rapor di 18’ê Gulana 2022’yan de li dosyayê hate zêdekirin. Di dosyayê de Avci ji sedî 80 biqisûr hate dîtin. Di 26’ê Kanûna 2022’yan de jî raporeke din a ATK’ê li dosyayê hate zêdekirin û di vê raporê de Avci ji sedî sed biqisûr hate dîtin.
Di 4’ê Îlona sala 2023’yan de danişîna biryarê hate lidarxistin û der heqê polîsê bersûc de ji ber sûcê “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê” 3 sal cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê, biryara daxistina cezayê kir û ev ceza veguherand 21 hezar û 200 TL pereyan.
Piştî biryarê, parêzerê malbata Can serî li dadgeha îstînafê da. Dadgeha Îstînfê, biryara dadgeha herêmî li “li dijî hiqûqê” dît û di 17’ê Îlona 2024’an de biryar betal kir.