Newroza Mêrsînê: Divê li van qadan ne peyama Abdullah Ocalan ew bi xwe hebe

Parve bike:

MÊRSÎN - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiya Newrozê ya li Mêrsînê de axivî û got: “Divê li van qadan ne peyama birêz Ocalan lê ew bi xwe hebe. Divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin.” 

 
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Mêrsînê tevî barîna baranê jî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Bi hezaran kes hêj ji saetên serê sibehê ve li Qada Tirmilê ya navçeya Akdenîzê kom bûn. Piraniya welatiyan cilûbergên Kurdî li xwe kiribûn û qada pîrozbahiyê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Li qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” olan da û welatiyan govend gerand. Pîrozbahî, bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Hevberdevkên Komîteya Amadekar a Newrozê piştî silavkirina gel, peyamên hatine şandin xwend. Piştî xwendina peyama girtiyên li zindanên Herêma Çukurovayê, peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Newrozê hate xwendin. Di dema xwendina peyamê de bêdengiyeke mezin li qadê serwer bû. Di pîrozbahiyê de posterên Abdullah Ocalan, Mazlum Dogan, Zekiya Alkan û kadroyên din ên pêşeng hatin hilgirtin. 
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE HILKIRIN 
 
Piştre agirê Newrozê hate hilkirin û girseyê bi yek dengî dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Piştre jî aktivîsta TJA’yê Sara Kaya axivî û hemû girtiyên siyasî silav kir. Sara Kayayê got: “Em dixwazin di Newroza sala pêş de Rêberê xwe (Abdullah Ocalan) di nav gel de bibînin.” 
 
Piştre jî hunermendên herêmî derketin ser dikê û stranên xwe gotin. 
 
BANGA 27’Ê SIBATÊ
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî di pîrozbahiyê de axivî û silav ji Îmraliyê re şand û Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, anî ziman ku gelê Kurd piştgiriyê dide Banga 27’ê Sibatê û Kurd jiyaneke azad, demokrtîk û aştiyane dixwazin. 
 
‘DEMA EM LI BENDÊ BISEKININ NÎNE’
 
Di berdewamê de Gulistan Kiliç Koçyîgîtê îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de her tişta hewce dikir kir. Niha li Rojhilata Navîn dîsa şer heye û divê Meclis tavilê gavan biavêje. Dema em li bendê bisekinin nîne. Divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê tavilê bê avakirin. Hewceyd deriyên zindanan bên vekirin, hevalên me yên li sirgunê bikarin vegerin. Divê qeyûman paşve bikişînin. Hewceye em li her çar parçeyan bibin yek. Em naxwazin salek piştre dîsa li qadan peyamên birêz Ocalan bixwînin. Em dixwazin wî bi xwe li van qadan bibînin. Divê deriyên Îmraliyê tavilê bên vekirin. Êdî ev rastiyeke ku nabe were taloqkirin.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê. Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bû. 
Nûçeyên Têkildar
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin
Li Şirnexê piştî Newrozê meşeke girseyî hat lidarxistin

Pîrozbahiya Newrozê ya Şirnexê ku bi deh hezaran kes tev li bû, bi gerandina govendê bi dawî bû. Piştî pîrozbahiyê jî meşeke girseyî hat lidarxistin û dirûşm hatin berzkirin.

Newroza Wanê bi dawî bû
Newroza Wanê bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Wanê ku tevî hewayê sar û baranê jî bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin, bi dawî bû.

Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê
Bi wêneyan Newroza dîrokî ya Wanê

Wanê, îsal şahidiya yek ji Newrozên herî qelebalix kir. Tevî hewayê sar û baranê jî bi sed hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn. Qad tije bû û coşa Newrozê zêde bû.

Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû
Newroza Stenbolê bi konsera Koma Amed bi dawî bû

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Stenbolê ku bi sed hezaran kes tev li bû, bi stranên Koma Amedê bi dawî bû.

Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin
Newroz li Konyayê bi coşeke mezin hat pîrozkirin

Kurdên li Konyayê ji bo pîrozbahiya Cejna Newrozê kom bûn, Newroza xwe bi coşeke mezin pîroz kir. Li qada Newrozê bênavber dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.