Kampa PDK-Î careke din hedef hat girtin
- Rojane
- |
- 14 Adar 2026 15:30
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Kampa PDK-Î li Hewlêrê careke din ji aliyê Pasvanên Şoreşa Îranê ve hat hedefgirtin.
Li gorî daxuyaniyeke fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (KDP-Î), Pasvanên Şoreşa Îranê bi sê mûşekan kampa li Hewlêrê ku malbatên Pêşmergeyên wan lê dimînin, hedef girtin.
Her wiha hat ragihandin ku heman kamp duh bi şev bi mûşekan hatiye hedefgirtin. Di du rojên borî de, kampa li Koyê ku malbatên Pêşmerge lê dimînin jî gelek caran hatiye hedefgirtin. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek weşand û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê helwest bigirin.