Bedewiya Gola Bûyerê

Parve bike:

DÊRSIM - Gola Bûyerê ku ji bo Elewîtiyê cihekî girîng e, bi xwezaya xwe balê dikişîne. 

 
Gola Bûyerê ku li gundê Asgirekê yê navçeya Pulumur a Dersimê ye, bi dîmen û bedewiya xwe ya xwezayî bala serdêran dikişîne. Ev gol, li ser Çiyayê Bûyerê ye ku bilindahiya wî digihîje 3 hezar û 200 metreyan. Ji ber zivistana dijwar û dirêj a îsal, hîn jî qeşa lê heye. Komên berfê yên li derdora golê, di nava germahiya meha Tîrmehê de hênikahiyeke xweş didin der. 
 
Serdêrên Gola Bûyerê ku ji bilî bedewiya xwe ya xwezayî, ji bo Elewîtiyê ku wekî "Rêya Heq" jî tê zanîn, xwedî girîngiyekê ye. Li vir çira tên vêxistin û dua tên kirin. Gol navê xwe ji Bûyer Anayê digire ku tê gotin ew yek ji xwişkên Duzgun Bava ye. Şikefta li wir jî wekî cihekî ku gelek kesên ji Komkujiya Dersimê reviyane hatine vir. 
 
Herêma derdora golê herêmek e ku heywan lê tên xwedîkirin û ji bo şivanan û bêrîvanan cihekî girîng e. Gelek bermahiyên fosîl ên ku di kevirên derdorê de tên dîtin jî hêjayî dîtinê ne. Di dema rêwîtiya bi saetan a ber bi golê ve, mirov dikare rastî curbicur cureyên nebatan ên endemîk ûbê. Ji çiyayê ku gol lê ye, gelek lûtkeyên din jî tên dîtin; Çiyayên Mûnzûr, Çiyayê Tûjik ku Seyid Riza di dema Komkujiya Dêrsimê de lê maye û Çiyayê Silbus û Tarî yê li Çewligê.
 
Her sal bi hezaran kes tên Gola Bûyerê. 
 
MA / Ûgûrcan Boztaş