Li dijî kana madenê ya li Çiyayê Hel 2 hezar îmze hate komkirin
Li dijî kana madenê ya li Çiyayê Hel 2 hezar îmze hate komkirin

Li dijî kana madenê ya ku dihat xwestin li Çiyayê Hel ê li navçeya Pilumurê bê çêkirin, Platforma Gundên Aşgirek, Gurik, Dagbek û Gundên Derdorê ve dora 2 hezar îmze hatin komkirin û pêşkêşî Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dêrsimê hate kirin.

Li Kanîreşê çalakiya li dijî jeotermalê
Li Kanîreşê çalakiya li dijî jeotermalê

Li gundê Qerxabazar ê Kanîreşê li dijî projeyên jeotermalê daxuyanî hat dayin. Di çalakiyê de hate gotin ku hewceye bêyî daxwaza gel tu xebat neyên kirin û banga sekinandina projeyan hate kirin.

Dê li dijî texrîbkirina ekolojiya Şemrexê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin
Dê li dijî texrîbkirina ekolojiya Şemrexê çalakiyeke girseyî bê lidarxistin

Komeleya Ekolojiyê ya Mêrdînê ku bertek nîşanî Şîrketa Etî-Bakirê ya girêdayî Cengîz Holdîngê ya li Şemrê xwezayê talan dike da, ji bo çalakiya ku dê di 11'ê Nîsanê de li gundê Têznê li dar bixe, banga beşdariyê kir.

Der barê projeya JES'ê ya li Gimgimê de serî li dadgehê hat dayîn
Der barê projeya JES'ê ya li Gimgimê de serî li dadgehê hat dayîn

Li gundê Xwarik ê navçeya Gimgim a Mûşê, şîrketa IGNIS H2 Energy ya navenda wê li Amerîkayê, piştî pejirandina Komîsyona Bajêr a Walîtiya Mûşê, hewl dide di Gulanê de ji bo projeya Santrala Enerjiya Jeotermalê (JES) bîra xwe ya yekem bikole.

Li gelek bajaran dê berf û baran bibare
Li gelek bajaran dê berf û baran bibare

Li gorî rapora meteorolojiyê, dê li gelek bajaran barn û berf bibare û ji bo 42 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin.

Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê: Şûraya Dewletê red kir, AKP israr dike
Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê: Şûraya Dewletê red kir, AKP israr dike

Wezaret û rayedarên AKP'î der barê Projeya Tûrîzmê ya Çeşmeyê de ku Şûraya Dewletê wê "li dijî berjewendiya giştî" nirxand, tevgeriyan. Ekolojîst Koray Turkay hişyarî da û got: "Dê deryaya paqij, jîngeh û zeviyên çandiniyê ji holê bên rakirin."

Li Gîresunê ji bo qadeke 12 hezar û 511 hektarî destûra madenê hate dayîn
Li Gîresunê ji bo qadeke 12 hezar û 511 hektarî destûra madenê hate dayîn

Li Gîresunê ku ji bo erda ku ji sedî 90'ê daristan, ji sedî 85 qadên çandiniyê û ji sedî 99'ê mêrg û zozan di nav de ne, destûra madenê hate dayîn.

Berteka li dijî JES’ê: Em ê rê nedin projeyê
Berteka li dijî JES’ê: Em ê rê nedin projeyê

Li Gimgimê, welatiyên ku li dijî projeya JES’ê ya ku dê bandoreke neyînî li 16 gundên Kurd-Elewî bike bertek nîşan dan û gotin: "Bila ziyar-diyarên me firsendê nedin vê projeyê. Ziyaretên me dê li wan bixin. Heke hewce bike em ê bibin mertal, em ê rê nedin projeyê."

Li Nordizê rûxandina ekolojîk: Sewalvanî li ber qedandinê ye
Li Nordizê rûxandina ekolojîk: Sewalvanî li ber qedandinê ye

Xebatên lêgerîna madenê yên çar sal in li Nordizê didomin, bûne sedema qirêjbûna avê û qedandina sewalvaniyê.

Li Erziromê şitil hatin danîn
Li Erziromê şitil hatin danîn

Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Qereçobanê bi dirûşma “Ji bo pararastina jiyanê û xwezayê tu jî were” çalakiya şitildanînê li dar xist.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 153