53 sal e dengbêjiyê dike: Ji bo min evînek e

Parve bike:

AMED - Tahsîn Ulus ê ku yek ji wan dengbêjan e ku Şaredariya Xana Axparê tax bi tax geriya û arşîva wan çêkir, diyar kir ku dengbêjiya ku 53 sal e dike ji bo wî evînek e.

 
Çanda Kurdî ku yek ji stûnên bingehîn ên hilgirtina kevneşopiya dengbêjiyê ye, ji ber asimîlasyon, qezencên modernîzmê û zexta çanda populer, roj bi roj veguhastina wê ji bo nifşên nû zehmettir dibe. Tevî ku ji bo domandina vê kevneşopiyê girîngiya wê her carê tê desntnîşankirin jî, neafirandina projeyên bibandor li ser vê mijarê dibe mijara rexneyan. Şaredariya Xana Axparê ji bo ku kevneşopiya dengbêjiyê winda nebe, li navçeyê ji bo tesbîtkirin, tomarkirin û çêkirina arşîva berhemên dengbêjan xebatek da destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de çîrokên jiyana dengbêjan, berhemên wan û stranên wan ên bi dîmen tê tomarkirin.
 
Yek ji nûnerên kevneşopiya dengbêjiyê ku evîn, lehengî, êşên civakî û wêjeya devkî ya Kurdî vedibêje jî Tahsîn Ulus ê 68 salî ye ku li gundê Kufriyê dijî. Ulus ê ku di arşîva şaredariyê de cihê xwe girt, di gundê xwe yê ku di hewza çandî ya li quntarên Qerejdaxê de ye jiyana xwe didomîne. Ew klamên xwe ku bi awazên kurê xwe Serhat ê ku mîna wî muzîkjen e û tembûrê lê dide re distrê.
 
Klama ku Ulus û hevjîna wî herî pir jê hez dikin klama Adûlê û Dewrêşê Evdî ye ku behsa yek ji efsaneyên girîng ên evîna Kurdî ya li herêma Qerejdaxê dike. Ulus ê ku evîna Adûlê û Dewrêşê Evdî ya di dawiya sedsala 18'an de qewimî bi dengê xwe digehîne îro, di 15 saliya xwe de gava xwe avêt dengbêjiyê. Ulus ê ku ji dengbêjên li derdora xwe bandor bû û kevneşopiyê bi xwe hîn bû, 53 sal e bûye yek ji nûnerên vê kevneşopiyê. Ulus ê ku di serdemên ku dengbêjiyê eleqeyeke civakî didît de di nav şexsiyetên ku di dîwanên dengbêjan de dihatin guhdarîkirin de cih girt. Ulus diyar kir ku ji malbata wî gelek kes bi muzîkê re mijul dibin û destnîşan kir ku ew ji kesên wekî Fadilê Kufrayî û Şakiro îlham girtiye û ev tişt got: “Me guh dida wan. Kêfa me ji şêwaz û uslûba wan a stranan re hat, me jî distrîn. Dema me li zozan û deştan şivanî dikir em distrîn.”
 
Ulus diyar kir ku di serdema ku ceyran tune bû de ew li gund bi cîranên xwe re dihatin cem hev û klam digotin.
 
‘DENGBÊJÎ JI BO MIN EVÎNEKE’
 
Ulus ê ku diyar kir ku dengbêjî ji bo wî evîneke wiha pê de çû: “Ger ne evîn ba min dê çawa kariba bistrêm? Ji hezkirin û mereqa xwe ez distrîm. Heta ku kêfa me dihat em distrîn. Piştî ku mirov pîr dibe hişê wî gav bi gav qels dibe lê dîsa jî gelek di hişê min de heye, ez distrêm.”
 
Ulus diyar kir ku ji dengbêjiyê tê hezkirin û ji ber vê yekê bawer dike ku ev kevneşopî dê berdewam bike. Ulus anî ziman ku di pêvajoya ji niha û şûnde de heta ku temenê wî têrê bike ew ê klaman berdewam bike û got ku ew ê vê yekê ji nifşên ciwan re jî veguhêze.
 
Mamosteyê Muzîkê yê Miduriyeta Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Xana Axparê Veysel Atalay bal kişand ser çanda dengbêjiyê bi xetereya windabûnê re rû bi rû ye û diyar kir ku ji bo berdewamiya vê çandê wan xebateke wiha ya arşîvêkiriye. Atalay anî ziman ku kevneşopiya dengbêjiyê hêdî hêdî diqede û got: “Ji ber wê yekê me dest bi vê xebatê kir ku ciwan bibînin û îlhamê bigirin. Di cihên ku em diçinê de ne tenê dengbêj; stranbêjên me yên kin, hunermendên me yên ciwan jî hene. Kesên ku tembûrê lê dixin, stranên xwe distrên hene. Dîsa dengbêjên me yên jin hene. Em dipirsin û lêkolîn dikin. Gelek gundên Xana Axparê hene. Me dizanibû ku di van gundên me de cevherê çandî heye. Hêdî hêdî ew jî derdikevin holê.”
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel