Li Kerboranê banga ji bo Kurdî: Zimanê me nasnameya me ye

Parve bike:
MÊRDÎN - Welatiyên Kerboranê îşaret bi girîngiya zimanê Kurdî krin û bang li her kesî kirin ku bi Kurdî biaxivin. 
 
Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, nêrînên gel jê hatin pirsîn. Welatiyên ji yekeya çapemeniyê ya şaredariyê re axivîn, Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û bang li her kesî kirin ku li her derê bi Kurdî biaxivin. Welatiyan, got: “Kurdî navê azadiyê ye, nasname me, hebûna me û dîroka me ye. Em bi Kurdî binivîsin, bifikirin û bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Em bi zimanê xwe hene.”