Kursên Kurdî yên Şaredariya Tetwanê dest pê kirin

Parve bike:

BEDLÎS - Li ser navê Şaredariya Tetwanê, qeydên dema nû yên kursa Kurdî ya ku ji sala 2024’an ve didome dest pê kirin. Mamoste Ferhat Topbaş bang li welatiyan kir ku serî li kursê bidin.

 
Piştî ku Şaredariya Tetwana Bedlîsê derbasî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû, yek ji xebatên wê yên ewil xebatên li ser zimanê Kurdî bûn. Şaredariyê, kursa ewil a bi zaravayê Kurmancî di payîza sala 2024’an de da destpêkirin. Kursa Kurmancî ya ku li Prof. Dr. Fuat Sezgîn Bîlgî Evî ya girêdayî şaredariyê dest pê kiribû, ev 5 serdem in didome. Hejmara şagirtên qeydkirî 100 e û heta niha 250 kes jê mezûn bûne. Serlêdanên dema nû yên kursa Kurmancî di 20’ê Nîsanê de bi dawî dibin.
 
Ferhat Topbaş ê ku li kursa Kurmancî dersan dide, bang li Tetwaniyan kir ku serî li kursê bidin.
 
Topbaş diyar kir ku kurs ev du sal in hatiye vekirin e û her sal di sê astan de ders têne dayîn û wiha got: "Ji sala 2024'an û vir ve me perwerde da 250-300 xwendekaran. Helbet li gorî hejmara ciwanên Tetwanê ev hejmareke pir kêm e. Lê em berdewam dikin. Agahiya gelek kesan ji kursên bi vî rengî nîne. Çi 200 be çi jî hezar be, em dixwazin dersê bidin hemûyan. Em dixwazin ne tenê li Tetwanê, li bajar û navçeyên din jî kurs bên vekirin. Hêviya me ev e. Em naxwazin Kurdî tenê di kursan de bê axaftin. Em kursan vedikin da ku di her qadê de bê axaftin. Bila di her qadê de zimanê Kurdî bê axaftin. Em dixwazin Kurdî çi di qada siyasî de, çi di qadên saziyan de û çi jî di partiyan de bê axaftin. Em dixwazin di her qadê de Kurdî bê guhdarkirin, bê axaftin û bê xwendin."
 
BANGA SERLÊDANÊ
 
Topbaş anî ziman ku bêyî Kurmancî divê bi zaravayê Kirmanckî/Dimilkî jî kurs hebin û heke daxwaz hebe ew dikarin ji bo vê yekê bikevin nava liv û tevgerê. Topbaş serlêdanên kursa Kurmancî ya ku nû dest pê kiriye bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Piştî 10 rojan em ê dest bi serdema nû bikin. Heta niha 40 kesan qeyda xwe çêkiriye. Ez dixwazim ev hejmar bigihîje sedan. Ez ji vir bang li hemû gelê Tetwan û Bedlîsê dikim, dersên me yên Kurdî hene, hûn jî beşdarî van dersan bibin û zimanê xwe yê dayikê hîn bibin."