Hevseroka MAF-DAD’ê: Çarçoveyeke qanûnî ya ku hemû encamên pevçûnê vedihewîne pêwîst e

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid destnîşan kir ku divê çarçoveya qanûnî jî di asteke wiha de be ku hemû encaman vehewîne got: "Divê ev pêvajo ji bo beşên ku ji pevçûnan bandor bûne bibe xala destpêkê ya tevlibûna jiyana demokratîk û siyasî.”

 
Mîsyona Hiqûqê ya Serbixwe ya ku di bin sîwana Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) û Yekitiya Parêzerên Ewropayê yên Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan ên Cîhanê (ELDH) de bi armanca şopandina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû avakirin, rapora xwe di 4’ê Hezîranê de bi civîneke li Parlamentoya Ewropayê (PE) pêşkêşî cemaweriyê kir.
 
Di civînê de nûnerên ku li ser raporê axivîn diyar kirin ku ev pêvajo dê ne tenê bandorê li Tirkiyeyê, lê li Ewropayê jî bike. Nûneran bang li Yekitiya Ewropayê (YE) kirin û destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were misogerkirin.
 
Hevseroka MAF-DAD’ê Heike Geisweid têkildarî rapora mîsyonê û pêvajoya li Tirkiyeyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Heike Geisweid diyar kir ku rexmê biryara "mafê hêviyê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya sala 2014’an û pêşniyarên Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê yên ji bo cîbicîkirina vê biryarê, helwesta Tirkiyeyê ya ku tu gavan navêje, wekî "helwesteke siyasî" pênase kir.
 
HELWESTA EWROPAYÊ YA LI HEMBERÎ TIRKIYEYÊ
 
Heike Geisweid anî ziman ku siyasetmedarên Ewropî û saziyên fermî naxwazin helwesteke wiha nîşan bidin ku têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re bixe metirsiyê. Heike Geisweid destnîşan kir ku dema mijar dibe Abdullah Ocalan û Kurd, ew bi mesafe nêzî mijarê dibin û ev tişt got: “Tirkiye jî vê ferq dike, lewma di mijarên aborî û ewlehiyê de têkiliyên xwe yên baş didomîne û aliyên hiqûqî û demokratîk jî bi serkeftî paşguh dike, wextê dirêj dike”
 
AZADIYA FÎZÎKÎ YA ABDULLAH OCALAN
 
Heike Geisweidê diyar kir ku di warê sepandina "mafê hêviyê" de îradeyek siyasî ya cidî û erênî derneketiye holê û wiha pê de çû: “Ez dikarim vê bibêjim: Rewşekê wiha rû dide ku dê ji aliyê siyasî û hiqûqî ve azadiya rêzdar Ocalan pêk were mimkun e ku mirov vîneke siyasî derxîne pêş, lê ji bo vê yekê zextên civakî, dîplomatîk û siyasî jî hewce ne. Ger ez doza rêzdar Ocalan wekî mînak bidim, ez dixwazim bi bîr bînim ku Tirkiyeyê biryara ‘ji nû ve darizandinê’ ya ku berê hatibû dayîn, bi cih neaniye. Di rewşa heyî de, di çarçoveya ‘mafê darizandina adil’ de divê ji bo pêkanîna biryarên DMME’yê verastkirinên qanûnî werin çêkirin. Tirkiye di vê mijarê de demeke dirêj e serî li taktîkên mijûlkirinê dide.”
 
CIVÎNA KOMÎTEYA WEZÎRAN
 
Heike Geisweid behsa civîna dawî ya Komîteya Wezîran jî kir û wiha pê de çû: “Diviyabû Tirkiyeyê têkildarî dozên Koma Gurban ku biryarên derbarê cezayê muededa giran a rêzdar Ocalan jî di nav de ne, heta Hezîrana 2026'an Planeke Çalakiyê pêşkêşî Komîteya Wezîran bikira. Ev plan heta îro nehatiye pêşkêşkirin. Koma Gurbanê di rojeva civîna Hezîranê ya Komîteya Wezîran de cih nagire. Diyar e ku Tirkiye dê dema pêşkêşkirina rapora xwe heta dawiya Hezîranê dirêj bike û Komîteya Wezîran jî dê mijarê di civîna Îlonê de binirxîne. Helbet ev texmînek e. Di rastiyê de qada mueyîdeyan ya Komîteya Wezîran berfireh e; ev mueyîde di hin doza de bi kar anîne. Lêbelê di mijara dozên Koma Gurbanê de hîna îradeyeke ku helwesteke cidî nîşan bide, dernexistiye holê.”
 
AVAKIRINA ZIHNIYETEKE NÛ
 
Heike Geisweid bal kişand ser rapora mîsyonê ku tê de tê gotin mijara Kurd nabe ku tenê di çarçoeyva perspektîfa ewlehiyê de were nirxandin û got: “Divê gelê Kurd tevî mafên xwe were qebûlkirin. Berî her tiştî divê îrade û niyeta vê yekê hebe. Esasê mijarê avakirina zihniyeteke nû ye. Di serî de perwerdehiya bi zimanê dayikê û mafên çandî, divê mafên bingehîn werin qebûlkirin û bi destûreke bingehîn a nû werin misogerkirin. Rakirina astengiyên li pêşiya siyaseta demokratîk û pêşandana demokrasiya herêmî jî divê bibin parçeyên bingehîn ên van hewldanên nû.”
 
CIVAKÎKIRINA AŞTIYÊ
 
Heike Geisweidê behsa pêşniyara di raporê de ya derbarê avakirina mekanîzmayên şêwirê yên fermî di navbera hikumet û civaka sivîl de kir û diyar kir ku rêya bingehîn a gihîştina aştiyeke rastîn, civakîkirina aştiyê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Tevlibûna beşên civaka sivîl di pêvajoyê de jî parçeyekî civakîkirina aştiyê ye. Ez vê yekê tenê ji bo saziyên li Tirkiyeyê nabêjim. Saziyên navneteweyî jî dikarin piştgiriyê bidin vê hewldana erênî û girîng. Pêvajo divê ji bo beşdariya saziyên mîna me yên ku li hemberî demokratîkbûna Tirkiyeyê û mafên gelê Kurd hesas in, şefaf be. Helbet tevlibûna jinan a di pêvajoyê de jî divê bibe yek ji pêkhateyên herî bingehîn. Çarçoveyeke qanûnî ya nû ku temînata hiqûqî ya berfireh a ku hemû encamên pevçûnê vedihewîne, pêwîst e. Ev pêvajo divê di asteke wiha de bibe xala destpêkê ku beşên heta îro ji pevçûnê bandor bûne, karibin tevlî siyaset û jiyana demokratîk bibin.”
 
MA / Hîvda Çelebî