Bihayê brent petrolê nêzî 114 dolaran bû 2026-05-05 09:12:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Bandora rageşiya di navbera Îran-DYA’yê de ya li ser bihayê petrolê didome. Bihayê brent petrolê derket dora 114 dolaran.    Bandora rageşiya li Tengava Hurmuzê û îxtîmala têkçûna agirbesta di navbera DYA-Îranê ya li ser bihayê petrolê didome.    Bihayê varêlê petrola brengê ji roja duşemê ve ji sedî 5,8 zêde bû û her varêl niha dora 114 dolaran tê firotin. Cureyê petrola xam a WTI’yê jî niha dora 105 dolaran e.