Kedkarên perwerdeyê li dijî tundiyê daketin kolanan
NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî êrişa li dibistaneke amadehî ya li Sêweregê li gelek bajaran perwerdekar bi pêşengtiya Egîtîm Senê daketin qadan û gotin: “Tiştên diqewimin, encama polîtîkaya îktîdarê ne.”
Li navçeya Sêwereg a Rihayê li dijî dibistanekê êriş hate kirin û 16 kes birîndar bûn. Kedkarên perwerdeyê li gelek bajaran bi pêşengtiya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) daketin kolanan.
AMED
Şaxên Egîtîm Senê yên Hejmara 1 û 2 yên Amedê li ber avahiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr û Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya li navçeya Erxenî ya Amedê daxuyanî dan. Hevşaredar, endam û rêveberên saziyên sivîl di nav de gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji tundiya li dijî mamosteyan re bibêje bes e, em civakeke bêtundî û dibistanên biewle dixwazin” hate hilgirtin. Metna daxuyaniya hevpar Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê Arzû Koç xwend.
Arzu Koçê diyar kir ku êrişa behsa xeberê nîşaneyeke aşkera ya krîza pergala perwerdeyê ye û wiha domand: “Divê dibistan qadên biewle bin. Dibistanên ku ku zarok, ciwan û kedkarên perwerdeyê tê de dimînin her ku diçe bêhtir bêewle dibin. Tundî ne tenê bi tevdîrên ewlehiyê dikare pêşî lê wer girtin. Ji ber ku di bingeha vê rewşê de newekheviyên civakî û polîtîkayên xelet ên perwerdeyê hene.”
Di berdewama axaftina xwe de Arzu Koçê anî ziman ku di perwerdeyê de nêzikatiya cemawerî û zanistê hatiye qelskirin û wiha pê de çû: “Ev rewşa di qada perwerdeyê derketî holê, encama polîtîkayên îktîdara siyasî ye. SAziyên ewlehiya kedkarên perwerdeyê û xwendekaran neparastin ji vê encamê berpirsyar in û divê hesabê bidin.”
Arzu Koçê, da zanîn ku mafê perwerdeyê mafekî cemaweriyê ye û ev tişt anî ziman: “Nabe ku perwerde tenê li ser esasê ewlehiyê were destgirtin. Ji bo dibistan nebin qadên tundiyê lê veguherin qadên wekhevî û zanistê, dê têkoşîna me bidome.”
DÊRSIM
Şaxa Egîtîm Senê ya Dêrsimê jî li Qada Seyîd Riza daxuyanî da. Gelek kedkarên perwerdeyê tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê nehêlin ne li dibistanan ne jî li kolanan tundî were asayîkirin” hate hilgirtin. Sekreterê Şaxê Îlhan Oner di daxuyaniyê de anî ziman ku tundî ji ber xwe ve dernakeve holê û got: “Di rewşeke newekhevî kûr dibe, hêviyên ciwanan ên ji bo pêşerojê ji holê radibin, têkiliya wan a bi perwerdeyê zeîf dibe û cihêkarî lê tê kirin de zemîna tundiyê xurt dibe. Zeîfkirina xizmetên rêberiyê, mekanîzmayên alîkariya civakî û derfetên mudaxileya pêşîgir vî zemînî mezintir dike.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
WAN
Bi pêşengtiya Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê çalakiya berdana kar û daxuyaniyê hat lidarxistin. Li ber Şekerbankê heta Qada Bajêr meşek hat lidarxistin. Gelek welatî û mamoste tev li meşê bûn. Piştî meşê li Qada Bajêr daxuyanî hat dayîn. Di meşê de dovîzên “Xwendekar û mamoste dixwazin li dibistanan biewle bin”, “Ji ewil ewlehiya can” û pankartên “Di perwerdehiyê de ji tundiyê re bibêje na” û “Ji tundiya li ser mamosteyan re na” hatin hilgirtin. Girseyê, dirûşmên “Dijminê mamosteyan Yûsûf Tekîn îstifa bike” û “Bijî berxwedana kedkaran” berz kir.
Dema girseyê dixwest ber bi pêşiya walîtiyê ve bimeşe, bi berîqetên polîsan hate astengkirin. Girseyê jî ev astengî bi çepik û tililiyan protesto kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Heke mamoste bêdeng bibe dê her kes bêdeng be” û “Dijminê mamosteyan Yûsûf Tekîn îstîfa bike” berz kirin.
Girseyê, li dijî astengkirinê di dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê li dar xist. Endamê Lijneya Rêveber a Şaxa Egîtîm Senê Rojhat Aslan di çalakiyê de got: “Heke hûn nekarin pêşiya tundiyê bigirin, wê demê îstîfa bikin. Her kêliya em bêdeng dimînin yan hevalek me yan jî xwendekarek me ji canê xwe dibe. Em ê bêdeng nemînin. Me xwest îro dengê xwe bigihînin muxataban jî lê nehiştin û berîqet danîn pêşia me.”
Girseyê di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Ne ji bo mamosteyan lê ji bo kujeran berîqet” û “Berîqetn rakin bila daxwaz bên bihîstin” berz kirin, li çepikan xistin û dorpêç protesto kirin.
Piştî israra mezin a girseyê û domandina çalakiyê, polîs neçar man ku berîqetan rakin. Girseyê li vir heta Qada Bajar bi çepik û dirûşman meş li dar xist. Di dema meşê de welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Şaxa Egîtîm Senê Fîdan Demîr Bozkurt ve hat xwendin. Fidan Demîr Bozkûrt di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên tundiyê û xwest kes û saziyên nikarin xwendekar û mamosteyan biparêzin divê hesab bidin raya giştî.
Piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakî bi çepik û dirûşman hate bidawîkirin.
COLEMÊRG
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî êrişa li dijî dibistana amadehî hate protestokirin. Nûnerên Egîtîm Sen, Egîtîm-Îş, Teç-Sen, Turk Egîtîm-Sen û Egîtîm Gucu Sen’ê jî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî, li pêşiya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Geverê hate dayin. Metna daxuyaniyê ji hêla rêveberê Egîtîm Senê Acar Can Demîrkan ve hate xwendin û hat xwestin ku berpirsyarên vê rewşê hesabê bidin.
AGIRÎ
Li ser Cadeya Cumhuriyetê ya navenda Agiriyê jî bi pêşengtiya Egîtîm Senê daxuyanî hat dayin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji tundiy li dijî mamosteyan re” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Nûnerê Egîtîm Senê yê Bazîdê Fecrî Yaşar ve hate xwendin.
Yaşar, diyar kir ku tundî ne tenê bi ewlehiyên fîzîkî dikare were astengkirin û wiha pê de çû: “Ji ber ku tundî ji ber xwe ve dernakeve holê. Dûrxistina polîtîkayên perwerdeyê ya ji bingeha zanist û cemaweriyê, windakirina îtîbarê ya dibistan û pêkhateyên perwerdeyê, ev rewş girantir kiriye.”
Daxuyanî, bi dirûşmên “Dibistanên biewle pêşeroja biewle” û “Em ê teslîmî vê tarîtiyê nebin” bi dawî bû.